Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê nameyekê digihêne Rûhanî

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê îro digihêne Tehranê û ligel Serokê Îranê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê îro digihêne Tehranê û ligel Serokê Îranê dicive.

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Şiwêgo, îro gihêşt Tehranê û ligel Serokê Îranê Hesen Rûhanî civiya. Hat ragehandin ku Şiwêgo nameyek ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de derbarê agirbestê gihande Rûhanî.

Li gor medyaya Îranê, Rûhanî ragihand ku ti çareserî ji krîza Sûriyê çê nabe, ne ji bi riyên gotûbêjên siyasî be, tê de gelê Sûriyê bi xwe biryara xwe bide.

Li Munchena Elmanyayê roja 12.02.2016an biryar dan ku di navbera aliyên nakok ên Sûriyê de agirbest were ragihandin, lê biryar nehat cîbicîhkirin û artêşa Sûriyê ji bi hevkariya firokeyên şer ên Rûsyayê li ser êrîşên xwe berdewam e.

ji aliyekî din ve, Îran dixwaze sîstema bergîriyê ya li dijî mûşekên S-300 û 30 firokeyên ji cura SU-30 ji Rûsyayê bikire.