Li Parlamentoya Tirkiyê behsa êşkenceyê hate kirin!

Komisyona Girtîgehê Diyarbekirê guhdariya 3 kesên ku ji zindanê sax filitîne kir. Mexdûran behsa êşkenceyê kirin bê çawa mafê mirovan dihat binpêkirin û hesab bo mirovan nedihat kirin.

K24 – Enqere

Komisyona Girtîgeha Diyarbekirê guhdariya 3 kesên ku ji zindanê sax filitîne kir. Mexdûran behsa êşkenceyê kirin bê çawa mafê mirovan dihat binpêkirin û hesab bo mirovan nedihat kirin.

Girtîgeha leşkerî ya Diyarbekirê, bi êşkenceyên piştî darbeya 12 Îlonê derket pêş. Ket nav 10 nebaştirîn girtîgehên cîhanê. Di navbera salên 1981 û 1984an de 34 kesan di girtîgehê de canê xwe ji dest dan. Ji wan 25 bi darbeyên giran û 5 jî di encma rojiya mirinê de canê xwe ji dest dan. 5 kesan xwe daliqand û 4 kesan jî xwe şewitandin. Bi dehan kes, seqet man. Lê belê ji rayedarên girtîgehê tu kes nehate cezakirin.

Di civîna pêşî ya komisyonê de, mexdurê girtîgehê Abdurrahim Semavî bi zarokên xwe re beşdar bû. Gava Semavî behsa serpêhatî û êşkenceyan kir, parlamenterên di komisyonê de, şerm kirin. 23ê Berfanbara sala 1980î ku hê zarok bû kete girtîgehê û di sala 1987an ji girtîgehê derket. Semavî cara pêşî behsa wan êşkenceyan kir.

Mexdurê êşkenceyê yê Girtîgeha Diyarbekirê Abdurrahim Semavi wiha axifî: “Bilindahiya zindana zarokan 1.80 û dirêjahiya wê jî 1.50 santîmetre bû. Jûra 35. û kortala lexemê di nav hev de bû. Em dixistina nav wê û dixwestin em xwe di erdê re bixirxirînin. Kesên zêde qirêj bibaya wî kêm lêdan dixwar. Her kesî digote gûyê min zêdetir e ku ji lêdanê xelas bibe. Dixwestin copan têxin me. Gava ez û Esat Oktay Yildiran em cara pêşî hatin hemberî hev du 2-3 lûle macûna dirana bi min da xwarin.”

Mexdurên din jî gotin Girtîgeha Leşkerî ya Diyarbekirê dehan salên dawî yên Tirkiyê jehrî kir. Hat bibîrxistin ku fişar û êşkenceyên Girtîgeha Leşkerî ya Diyarbekirê di rejîma 12 Îlonê de gihaşte asta herî bilind. 

Di komisyonê de mexdurê wê demê Bayram Bozyel jî got bi merşên şovenîst êşkence li wan hatiye kirin: “52 marş-sirûd bi me dan jiberkirin. Di saet 06:30ê sibehê de merş û xwendina  pirtûkan dest pê dikir. Kesekî 3 hevok dixwend, yên din dûbare dikirin. Me nedixwest roja hevdîtinê were. Hem li me didan û hem jî me xwe bi erdê re dixirxirand ku biçin bal xizmên xwe û paşê vegerin odeyên xwe.”

Di komisyonê de, amaje bi wê yekê hate kirin ku ji ber polîtîkayên tundiyê yên di wê demê de, tundrewî hatiye heta roja îro.  Her wiha Nivîskar Mesut Baştûrk jî diyar kir ku ew bi şik û gumane ku ji komisyonê encamek derkeve. Baştûrk bibirxîst ku digel hemû ew kesên êşkence li wan kirine aşkere ye jî heta niha tu kes nehatiye cezakirin. Xebatên komisyonê bo 2 salan wê berdewam bin. Paşê encam dê bi raya giştî re were parvekirin.