Davutoglu plana piştgiriya geştiyariyê eşkere kir

Ev demeke dirêj e ku geştiyariya Tirkiyê di metirsî de ye. Digel ve yekê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, plana piştgirî bo geştiyariyê eşkere kir.

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Li Tirkiyê ji ber hinek bûyerên tundî û rageşiyên herêma rojhilata navîn geştiyarî di metirsidiyê de ye. Bo geştiyariyê, Serokwezirê Tirkiyê Ahmet Davutoglu Paketa Piştgiriyê ya plana çalakiya bilez eşkere kir. Di planê de, bo sektora geştiyariyê, bi qasî 255 mîlyon lîre piştgiriya hîbeyê wê bê dayîn.

Ev demeke dirêj e ku geştiyariya Tirkiyê di metirsî de ye. Digel ve yekê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, plana piştgirî bo geştiyariyê eşkere kir. Li gor daxuyaniya Davutoglu, wê bo geştiyariyê 255 mîlyon lîre piştgiriya hîbe bê dayîn. Deynê sektorê, 288 mîlyon lîre jî wê bê taloq kirin û deyndar di nav sê salan de dikarin vî deynî bidin.

Ji bo fîrmayên ku di statuyê A yê de, ji dinyayê geştiyaran tînin, bi serê firîna her balafirekê wê, 6 hezar dolar piştgirê bê dayîn. Herwiha ev yek bo hemû welatan wê pêk were.

Fîrmayên Ayê, heke herî kêm 400 hezar geştiyar bînin wê 100 mîlyon piştgiriya kredî werbigrin. Hat ragihandin ku tesîsên behrê yên geştiyariyê ku ji wezaretê xwedî belge bin wê wek hinerdekar were pejirandin.Ev tesîsên behrê wê ji piştgiriyên dinê jî fêde werbigrin.

Kirêyên Tesîsên Geştiyariyê dê werin taloq kirin û bi sê caran de ev kirê were dayîn. Heke di sektora geştiyariyê de, rewş zêdetir xirab be wê deynê fîrmayên geştiyariyê, ji nû ve werin saz kirin.

Di raya giştiya Tirkiyê de, tê gotin ku metirsiyên geştiyariyê zêde ne. Ji ber vê  divê piştgirê li gor vê metirsiyê bê dayîn. Herwiha li gor hinek nêrinên cuda ev plana piştgiriyê ya hikûmetê dê metirsiya heyî nikaribe safî bike.