Ligel şer ji hikûmeta Tirkiyê seferberiya siyasî û civakî

Wezîrên hikûmeta AK Partiyê serdana bajarên Kurdan dikin û dibêjin, armanca wan gihandina xizmetguzariyê ye bo welatiyan, lê di heman demê de, şer û alozî berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu serdana bajarê Mêrdinê yê Bakurê Kurdistanê kir û plana reforman a pirsa Kurdî aşkera kir, niha jî wezîrên hikûmeta AK Partiyê serdana bajarên Kurdan dikin û dibêjin ku armanca wan a serekî gihandina xizmetguzariyê ya bo welatiyan e, lê di heman demê de, şer û alozî berdewam e û bajar û taxên Kurdan bi çekên giran tên wêrankirin.

Naveroka pakêta çareserkirina pirsa Kurd ku ji 300 bendan pêk hatibû temamkirina aliyê siyasî û civakî yê operasyonên serbazî bû. Li aliyekî bênavber û bi hemû dijwariya xwe operasyon li bajarên Kurdan bên berdewam in, li aliyê din jî, destê şefqatê bo gel bê dirêjkirin ku, gel ji dewletê bêbawer nebe.

Sema Ramazanoglu Wezîra Malbat û Siyaseta Civakî, li Mêrdînê ji hêla parêzgar û fermandarê bajêr ve hat pêşwazîkirin. Sema Ramazanoglu, armanca serdana xwe wiha anî ziman: "Armanca sereke ya serdana me alîkariya derûnî û rehabîlitasyona bo jin, zarok û malbatên ku ji pêvajoya germ bi bandor bûne. Li aliyê din em dixwazin nîşan bidin bi hemû hêza xwe em ligel polîs û leşkerên xwe ne. Dewleta me bi hêzên ewlehiyê destê qudretê nîşan da. Piştî ku ew xwe vekêşin baregehên xwe wê demê emê destê alîkariyê dirêjî malbat, zarok û dayikan bikin."

Wezîrê Bazirganî û Gumrikê Bulend Tufekçî, beriya çend rojan li Silopiyê Deriyê Xabûrê lêkolîn kiribû ku pêr jî tevî parlamenter û berpirsên AK Partiyê serdana bajarê Kîlîsê kir û bal kişand ser aloziya bajêr.

Wezîrê Av û Daristanan Weysî Eroglu jî serdana Kîlisê kir û got, serjimêriya bajêr 90 hezar kes bû lê 130 hezar penaber li vê derê dijîn û ewê Kîlîsê bo xelata Nobelê wek namzed nîşan bidin.

Wezîra Bajêrvanî û Jîngehê Fatmagul Demet Sarî jî, bi helîkopterê derbasî Silopî bû bi rayedarên serbazî û dewletê re hevdîtin kirin. Sarî got, di çarçoveya plana ku li Enqerê hatiye çêkirin serdana Silopiyî kirine û xebatê di cih de dibînin.

Mehdî Eker Cîgirê Serokê AK Patiyê tevî Wezîrê Gihandin û Karûbarên Deryayî Bînalî Yildirim li Diyarbekirê xebatên firehkirina balefirgehê û çêkirina rêya derdorê lêkolîn kirin. Eker berê jî li Bidlîsê hinek hevdîtin kiribûn.

Ne tenê siyasetmedar, her wiha mirovên olî jî seferberiya serdanê dan destpêkirin. Serokê Karûbarên Ayînî yê Tirkiyê Mihemed Gormez jî li Wanê beşdarî civîna muftiyan bû û encamnameya ji 16 bendan aşkera kir.

Serokê Karûbarên Ayînî yê Tirkiyê Mihemed Gormez got: "Serokatiya Ayînê, bi navê "Niha Dema Dermankirina Birînan e" dest bi kampanya alîkariyê kir.  Behara ereban bû trajediya gelan. Herwiha li welatê me jî bajar tên wêrankirin, mizgeft û mabed xera dibin. Hêzên ewlehiyên me tên kuştin û zarok bê bav dimînin. Em destûrê nadin ku, îmamên me bibin sedemê propagandeya rêxistinê."

Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz li Rihayê hemû navçeyên sînor kontrol kirin û da zanîn, sînorê bi Sûriyê re 910 kîlometre ye û bo parastinê dest bi kolandina xendek û çêkirina dîwar kirine.

Herwiha 18 endamên Komîsyona Parastina Yekbûna Malbatê ya Parlamentoya Tirkiyê jî li Rihayê hevdîtinan dikin û bandora panebaran li ser jiyana gel dişopînin.

Li gel van serdanên li ser hev, li Bakurê Kurdistanê operasyon, şer û pevçûn berdewam in. Roj nîne ku behsa kuştineke endamê hêzên ewlehî, çekdarên Kurd an jî sivîlan neyê kirin. Hikumeta Tirkiyê her wiha pêşketinên Rojavayê Kurdistanê jî bo xwe metirsiyeke mezin dibîne.

Di serdanan de, yekrêziya saziya dewletê tê nîşandayîn ku, îradeya sîyasî heta dawî li pişt hêzên ewlehî û rayedarên dewletê ye. Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş, derbarê plana hikûmeta Tirkiyê de dabû xuyakirin ku ji rastiya gelê Kurd dûr e û bê dirêjkirina pêvajoya aloz bi kêrî tiştekê nayê.