Disan ji Tirkiyê hat xwestin topbaranê rawestîne

Rêveberiya Amerîkayê ligel Rûsyayê, li Sûriyê ser ragehandina agirbesta demkî lihev hatin. Herwiha ji Tirkiyê jî hat xwestin ku topbarana ser Rojavayê Kurdistanê rawestine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Amerîkayê ligel Rûsyayê, li Sûriyê ser ragehandina agirbesta demkî lihev hatin. Herwiha ji Tirkiyê jî hat xwestin ku topbarana ser Rojavayê Kurdistanê rawestine.

Cîgirê Berdevkê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mark Toner, di civîna çapemenî ya rojane de got, bi Rûsyayê re, bi navê "Rawestandina Dijminahiyan" peymanek îmze kirine û tê îdîa kirin ku roja înê 27ê Sibatê bê ragehandin.

Toner herwiha dubare kir ku, ew tu peywendiyê di navbera PYD û PKK'ê de nabînin û ji YPGê xwestine ku li derdora Helebê nebe sedemê aloziyan.

Toner da zanîn ku ji Tirkiye jî hatiye xwestin êdî Rojavayê Kurdistanê topbaran neke û Serokê Amerîkayê Barack Obama ev yek ji Serokomarê Tirkiyê jî xwestiye.