Sûnne Heşda Şeibî red dikin û Kurd qibûl dikin.

Milmlanêya Şîe û Sûnneyan li ser azadkirina Mûsilê zêdetir dibe û çavdêrekê sîyasî jî diragehîne : Eger Heşda Şeibî pişikdarîyê li azadkirina Mûsilê bike; şerrê mezhebî dê durist bibe. Berpirsekê Kurd jî dibêje: Kurdan nevên biçin di nav milmilanêyên mezhebî de.

K24- He2wlêr:

Milmlanêya Şîe û Sûnneyan li ser azadkirina Mûsilê zêdetir dibe û çavdêrekê sîyasî jî diragehîne : Eger Heşda Şeibî pişikdarîyê li azadkirina Mûsilê bike; şerrê mezhebî dê durist bibe. Berpirsekê Kurd jî dibêje: Kurdan nevên biçin di nav milmilanêyên mezhebî de.

Ev di demekê deye Ebadî dibêje: Heşda Şeibî li azadkirina Mûsilê dê pişikdar bibe; lê Sûnne dijî pişikdarîkirina Heşda Şeibîne.

Parêzgarê berê yê Mûsulê di ragehîne: pişikdarîkirina Heşda Şeibî li şerrê azadkirina Mûsilê bi hemû awayekê red dikin eger Ebadî û ewên li pişta Ebadîne jî daxwaz bikin.

Serkirdatîya sîyasîya Kurd biryar daye pişikdarîyê di piroseya azadkirina Mûsilê bikin çunku vemana Daişê li Mûsil zîyanek zêdetir bi Başûra Kurdistanê digehîne.

Li ser milmalanêya di navbera Şîe û Sûnneyan de li Mûsilê,  Kurdan nevên biçin di nav evê milmlanê de. Bi nerîna çavdêrên sîyasî, eger Heşda Şeibî pişikdarîyê li piroseya rizgarkirina Mûsilê bike, şerrê mezhebî di navbera Şîe û Sûnneyan de dê zêdetir bibe. Li ser zîyanê wê jî bo Kurdan dibêjin: Wek Sûneyan zîyan dê bi bigehe Kurdan jî.

Li 9/6/2014 yê rêkxistîa Daişê hêriş kire ser bajarê Mûsilê û sûpayê Îraqê ku piranîya wan Şîe mezheb bûn, ev parêzga bi çekên xwe ve jî, bo Daişê  bi cihhêlan. Ev jî bû egera bi hêzbûna Daişê.

Emerîka, Kurd û Îraq; niha mijûlî piroseya azadkirina Mûsilêne, lê Sûnne rijtin li ser pişikdarî nekirina Şîeyan di evê piroseyê de, belê pêşwazîyê li pişikdarîkirina Kurd dikin li piroseya azadkirina evî bajêrî.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/46e08af0-815c-45d8-92e7-bab29805238f/shia%20w%20suna.ism/manifest