K24 taybet.. Xaniyê ku amadekariya teqîna Enqerê lê hat kirin

Di teqînê de 29 kesan canê xwe ji dest daye.

K24 - Enqere

Di ser teqîna Enqereyê re nêzîka hefteyekê derbas bû. Di encama lêkolînan de 14 kes hatin girtin û nasnameya kesê xwekuj diyar bû û xaniyê ku plansaziya teqînê lê hatiye kirin Kurdistan24ê peyda kir.

Derbarê teqîna Enqerê de her diçe hûrgiliyên nû derdikevin holê. 14 kesên ku tê îdîakirin têkiliya wan bi teqînê re hatin destnîşankirin û girtin. Li gor agahiyên ku ji aliyê dozgeriyê ve hatine ragihandin amadekariyên teqînê di xaniyekî 45 km dûrî navenda bajêr de dest pê kirine. Kurdistan24 çû wê malê û herwiha gihîşt hûrgiliyên teqînê.

Xaniyê hejmar 10 cihekî dûrî çavan e, xanî hê tam nehatiye çêkirin. Girtî Kutbettin Onur ji havînê ve li vî xanî dima ku di avahiya wê de dixebitî. Beriya bi mehekê xwekuj Abdulbaki Somer hatiye vê malê û plansaziya teqînê dest pê kiriye.

Amûrên bombeyan li vê odeyê hatine komkirin û herwiha dîtina şûna amûrên bombeyan hê jî mumkin e. Li aliyê odeya xwekuj Abdulbaki Somer û Kubbettin Duru cih digire ku her du jî nêzîkî mehekê li vê odeyê razane.

Di midbexa xanî de jî xwarinên Somer û Duru belavbûyî ne. Wiha diyar e ku xwarinên xwe li malê çêdikirin. Herwiha penîr û mastê wan jî di dolabê de hê nû diyar in. Kurdistan24 xwe gihand pasevanê avahiyên van derdoran û derbarê tohmetbaran de agahî bi dest xistin. Pasevan ji ber metirsiya ewlehiyê xwest rûyê xwe ji kamerayan veşêre.

Pasevanê avahiyên wê derê ku ji ber ewlehiyê navê xwe diyar nake, wiha dibêje: “Ez Qudbedîn 6-7 meh in dinasim, navê xwe bo min wekî Nûredîn gotibû, min paşê zanî ku Qudbedîn e. Li vir dixebitî. Wan rojên hanê min darên li vir dixesandin, Qudbedîn hat got “mandî nebî” min spasiya wî kir. Li cem Qudbedîn mirovek hebû, min jê pirsî “ew kî ye?”. Got, “hevalekî me yê Sûrî ye, wê ligel me bixebite.” Ji ber vê çi şik di serê min re derbas nebûn. Nêzikê mehekê li vir bi hev ra man. Bi roj qet li vir nediman, min ev yek ji otombîla wan dizanî. Sibehê derdiketin bi şev dihatin. Plakayek Îzmirê bi kar dianîn. Otombîla ku di teqînê de hatî bikaranîn min bi tu awayî li vir nedîtiye.  Piştî rûdanê bi rojekê polîs hatin vê derê; min hingê zanî û ez şaş mam.. Min wêne jî nas kir. Ev, ew mirov bû.”

Îro hat diyarkirin ku hejmara kesên di teqînê de canê xwe ji dest dan, gihîşt 29an. Di çarçoveya operasyona zelalkirina teqînê de jî li Enqerê û Stenbolê 3 kesên din hatin binçavkirin. Lêpirsîna teqînê hê jî berdewam e.

K24 taybet.. Xaniyê ku amadekariya teqîna Enqerê lê hat kirin
K24 taybet.. Xaniyê ku amadekariya teqîna Enqerê lê hat kirin
K24 taybet.. Xaniyê ku amadekariya teqîna Enqerê lê hat kirin