Aştî Hewramî nûçeyeke “Reuters”ê red dike

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê nûçeyeke ajansa Reutersê red kir.

K24 – Hewlêr 

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê nûçeyeke ajansa Reutersê red kir.

Ajansa “Rueters” li ser zarê çavkaniyekê belav kiriye ku, ji ber rewşa ewlehiyê ya li Tirkiyê, destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê di riya Tirkiyê re, dê piştî 29 vê mehê berdewam bike.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê, Hêmin Hewramî ji K24ê re got: “Agahiya min ji wê demê nîne ku ajansa Reutersê belav kiriye.”

Berî vê daxuyaniyê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî Siruştî ragihandibû  “Ji ber teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê li nava xaka Tirkiyê di 17 Sibatê de, hinartina petrolê hatiya rawestandin.”

Ji aliyekî din ve, çavkaniyekê ji kompaniya Petrla Bakur ragihand ku, ji ber rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê, berhemdana petrolê li kêlgehên Kerkûkê ji 200 hezar bermîl di rojekê de bo 120 hezar bermîl kêm bûye.

Kampaniya Petrola Bakur, heta niha nêzîkî 30 hezar bermîl petrol hinarde dike bo palaweteyekî biçûk li Kerkûkê, nêzîkî 70 hezar bermîlên din jî dike embarên petrolê yên li Kerkûkê.

Di 17ê vê mehê de, boriya petrola Herêma Kurdistanê di nava xaka Tirkiyê de hate teqandin û şandina petrolê hat rawestandin. Hat ragihandin ku gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev êrîş kirine.