Çêroka penabereke Kobanê

Bi dehan malbatên bajarê Kobanê hatine wêrankirin, hin ji wan di çadiran de dimînin, hin jî li kampa Miştebûrê cih digrin
kurdistan24.net

K24-Kobanê

Diya Mistefa piştî rizgarkirina bajarê Kobanê vegeriya bajarê xwe, lê dema vegeriya, mala wê ji aliyê DAIŞê hatibû wêrankirin. Ew bi vegera xwe pir kêfxweşbû, lê mala wê ya wêrankirî ew dilgiran kir.

derbarê vê mijarê de diya Mistefa ji K24ê re wiha got: "Em hatin Kobanê, mala me wêran bibû lê em razî bûn ji ber ku em naxwazin erdê Kobanê bicî bihêlin, me çadir ji hevalan wergirt, niha em kêfxweş in."

Diya Mistefa li gel 4 zarokên xwe neçar bûn ku di xaniyê xwe yê wêrankirî de bimîne, zivistana xwe bi çadirekê de biqedîne, ji ber ku rewşa bavê Mistefa û ya malbatê bi giştî pir xirab e, herwiha mûçeyên wan jî tê ra nan nake.

Derbarê vê yekê de jî, Diya Mistefa ji K24ê got: "Mûçe kêm e, em nikarin xaniyekî din ava bikin, pêdiviyên rojane jî nayên peydakirin."

Bi dehan malbatên bajarê Kobanê hatine wêrankirin, hin ji wan di çadiran de dimînin, hin jî li kampa Miştebûrê cih digrin. Tenê hêviyeke wan heye ku, malên wan ên wêrankirî ji nû ve werin avakirin, da ku xwe ji zivistana sar biparêzin.