Erdogan: Pêwîst e fezleke li meclîsê neyê jibîrkirin

Serokomarê Tirkiyê ligel mixtaran civiya.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser “fezlekeyên” ku der barê parlamenterên HDPyî de hatibû amadekirin got: “Divê ev fezleke li meclîsê neyê jibîrkirin. Çi pêwîst dike bila bên kirin.”

Erdogan di 21emîn civîna mixtaran de behsa “fezlekeya” destnedayinî kir. Erdogan ji bo xebitandina fezlekeyê bangî parlamenteran kir û wiha pê de çû: “Helwesta parlamentoyê dê çawa bibe? Pêwîst e milet vî tiştî bibîne. Pêwîst e ku hemû parlamenteran bi aqliselîmane tevbigerin û çi hewce dike bila bikin. Êdî sebra gelê min nemaye.“

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê bi bihaneyên xirakirina yekîtiya dewletê û perçekirina welêt der heqê Hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDPê Selma Irmak, Ertugrul Kurkçu û Sirri Sureyya Onder de lêpirsîn dabû destpêkirin. 

Serdozgeriyê ji bo bidawîbûna destnedayîna parlamenteran ji meclîsê re fezlekeyek şand da ku lêpirsîna xwe bide domandin.