"Li Tirkiyê binpêkirina mafên mirovan zêde bûye"

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ragihand ku li Tirkiyê di sala 2015an de rêjeya binpêkirina mafên mirovan zêde bûye, bi taybetî piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê.

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe ya sala 2015an eşkere kir. Di raporê de tê dîtin ku sala 2015an, hem li cîhanê hem jî li Tirkiyê rêjeya binpêkirina mafên mirovan zêde bûye. Di beşa derheqê Tirkiyê de, gelek mijar hatine axaftin.

Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de, tê gotin ku li Tirkiyê di sala 2015an de, rêjeya binpêkirina mafên mirovan zêde bûye. Binpêkirina mafê mirovan, bi taybetî ji hilbijartinên giştî yê meha Pûşberê û piştî şerê ku di navbera  Dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de dest pê kir, zêde bû.

Koordînatora Aktîvîzm û Kampanyaya Şaxa Tirkiyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Begum Başdaş diyar kir ku raporên mafên mirovan a Tirkiyê ne baş e û got: “Mafê jiyanê di nav metirsiyê de ye. Li Tirkiyê azadiya çapemeniyê herwiha, mafên jin Û LGBTan gef tên xwarin. Tevî pirsgirêkên ku li Kurdistanê, meriv nikare bibêje Tirkiye welatekî azad e.“

Di raporê de hat ragihandin ku hikûmeta Tirk, azadiya çapemeniye asê kiriye. Mafê rêxistinê û îfadekirinên aştiyane, gef tên xwarin. Li gorî agahiyên raporê, di sala 2015an de, hezên ewlehiyê zêdetir zor bikar anîne. Herwiha rêjeya, îşkence û muameleya nebaş  a di binçavkirinê de zêde bûye. Azadî û bêalîbûna darazê jî zerar dîtiye. Bi taybetî, di dozên mafê mirovan de, ciza an nayê dayîn an jî li gor rasteqînê pêk nayê.

Berpirsa Rêxistinê Begum Başdaş derheqê şerê li Bakurê Kurdistanê de jî dibêje ew hewl didin ku binpêkirina mafê mirovan ên li Bakurê Kurdistanê bi cîhanê bidin zanîn lê belê hinek metirsiyên wan jî hene: “Bi armanca, Tirkiye penaberan di sînorê Ewropayê de bigre dewlet û saziyên navneteweyî, mixabin binpêkirina mafê mirovan ên Tirkiyê naxwazin bibînin.“

Li gor daneyên raporê, di êrîşên DAIŞê yên li ser Kurd û çepgiran de, 139 kesên sîvîl,  canê xwe ji dest dane. Herwiha dema hikûmeta Tirkiyê bi Yekîtiya Ewropayê re li ser peymana koça penaberan hevdîtina pêk dianîn, penaber rûbirûyê zor û neheqiyan bûne.