HDPê “Teyrênbazê Kurdistanê” şermezar kir
K24- Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Teyrênbazê Azadiya Kurdistanê (TAK) şermezar kir û ji Davutoglu dipirse: “Ma tu xelîfeyê DAIŞê yî?”
Hevserokê Giştî yê HDPê, Selahettin Demirtaş derbarê daxuyaniya TAKê ya ku têde berpirsyariya xwe ji teqîna Enqereyê anîbû ziman de got: “Em daxuyanî û çalakiyên TAKê ên weke xwekujiyê (…) şermezar dikin.”
Di teqîna Enqereyê de 29 kesan canê xwe ji dest dabû û bi dehan kes jî birîndar bibûn.
Demirtaş di derheqê serdana teziyeya xwekujê Enqerê de jî wiha axivî: “Êrîşa li Enqerê berî her kesî me şermezar kir. Me êrîşa xwekujiyê ne parast ne jî bilind kir. Em daxuyanî û çalakiyên TAKê ên weke xwekujiyê û gefên li ser gel qebûl nakin û em van çalakiyan şermezar dikin.”
Ji aliyekî din ve jî, Demirtaş daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê, Ahemt Davutoglu ên di derheqê agirbesta Sûriyê de jî nirxandin û got: “Tu li ser navê kê xeber dide? Ma tu xelîfeyê DAIŞê yî yan tu Serokwezîrê Tirkiyê yî?”