Li Girê Spî şereke giran di nevbera YPGê û DAIŞê de derket

Rewangehê da zanîn ku di encama wî şerê dijwar de heta niha,2 kesan canê xwe ji dest dane, aşkere kir ku, rêjeya kuştiya di zêdebûnê de ye

K24-Girê Spî

Derengiya şeva borî, çekdarên DAIŞê karîn derbasî bajarokê Girê Spî bibin û dest deynin li ser çend taxên bajarê, di encam de şer û pevçûneke giran heta niha li wî bajarokî di navbera Yekîneyên Parstina Gel(YPG) û DAIŞê de berdewam e.

Derbarê wî şerî de Rewngeha Sûrî ya Mafê Mirovan di daxuyaniyekê de tekez kir ku, heta niha şereke giran di navbera Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û çekdarên DAIŞê li gundê Silok, Eyn Îsa û navçeyên din berdewam e.

Rewangehê da zanîn ku di encama wî şerê dijwar de heta niha,2 kesan canê xwe ji dest dane, aşkere kir ku, rêjeya kuştiya di zêdebûnê de ye, çekdarên DAIŞê li Navenda rewşenbîrî ya ya bajêr xwe asê kirine, herwiha dezgeha avê ya li navçeya Eyn El-Eros jî dagîr kirne.

Ji aliyê xwe ve jî firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî cihên ku DAIŞê li wî bajarokî dagîrkirî bombebaran dike.Herwiha Artêşa Tirkiyê jî ji aliyê xwe ve navendên YPGê tobaran dike.