Can Dundar: Em ji ber dijberiya xwe hatin girtin

Li Tirkiyê, rojnamegerên Tirk Can Dundar û Erdem Gul ji ber weşandina nûçeya barhilgirên MÎTê, hatibûn girtin. Rojnameger, bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hatin berdan.

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Li Tirkiyê, rojnamegerên Tirk Can Dundar û Erdem Gul ji ber weşandina nûçeya barhilgirên MÎTê, hatibûn girtin. Rojnameger, bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hatin berdan. Can Dundar bi k24ê re dest nîşan kir ku ew ji ber muxalîfbûna xwe hatine girtin.

Derhênerê Weşana Giştî yê rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê Rojnameyê ya Enqere Erdem Gul sê meh berê ji ber weşandina nûçeya barhilgirên MÎTê, hatibûn girtin.

Piştî weşandina vê nûçeyê, rojnameger bi îdiaya agahiyên girîng yên dewletê eşkere kirine, ketin girtigê. Di vê nûçeyê de dihat îdia kirin ku, Dewleta Tirk alikariya çekan dide DAİŞê.

Rojnameger Can Dundar dibêje ku ee ji ber muxalîfbûna xwe hatin girtin û li Tirkiyê êdî hiqûq tune ye: “Em ji dîrokê jî zanîn ku di meseleya hêzê de, kî birêxistin be ew bi ser dikeve. Em zêde nerêxistî bûn ji ber vê ketin hûndir.Em ê niha birêxistin bibin û bi ser kevin.”

Rojnameger, bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hatin berdan. Di biryara dadgehê de, hat diyar kirin ku agahiyên xurt ji bo girtina rojnamegeran tune ye, ji ber vê jî rojnameger hatin azadkirin.

Dundar dest nîşan kir ku ew bawer e biryara berdana wan dê hêviyekê bide civak e û wiha axifî: “Ez biryara Dadgeha Destûra Bingeh'n ji tehliyeyê zêdetir wek biryara berdanê dibînim. Nikarin êdî me darîzînin. Piştî vî biryarê, destûra bingehên nîşan da ku rojnamegerî di nav çarçovaya azadiya çapemeniyê de ye.“

Piştî sê mehan rojnamager ji girtîgehê derketin. Berdana rojnamegeran di çapemeniyê de cihekê berfireh girt.