Yuksek: Bi şer û kuştinan çareserî peyda nabin

Li Bakurê Kurdistanê, li gel şer û aloziyan, xwepêşandan û çalakî jî tên kirin. Lê her xwepêşandan rûbirûyê destwerdanên tund ên polîsan dibin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a48b3dee-84c8-4274-9a27-f180c5c475df/CalakiyaHDP%20U%20DBPeDestwerdan.ism/manifest

K24- Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, li gel şer û aloziyan, xwepêşandan û çalakî jî tên kirin. Lê her xwepêşandan rûbirûyê destwerdanên tund ên polîsan dibin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), sazî û rêxêstinên derdorê wan, li parka Koşûyolû ya Diyarbekirê di 27ê Sibatê de xwepêşandanek kirin. Piştî axaftinên rêvebir û parlamenteran girseyê xwest ber bi navçeya Sûrê bimeşe, lê polîsan destêwerdan kir.

HDP, DBP û rêxsitinên bi wan ve girêdayî, ji bo çalakiya hevpar li parka Koşûyolû, bi girseya ku bang kiribûn re civiyan û Hevserokê DBPê Kamûran Yuksek û parlamenterên HDPê di axaftinên xwe de daxwaz kirin ku, yekser şer bê rawestandin û bi kuştin û têkbirinan tu çareserî peyda nabin.

Hevserokê DBPê Kamûran Yuksek, da zanîn ku, bi destpêkirina şerê li Bakurê Kurdistanê, dewletê pirên welatîbûna Kurdan û dewleta Tirk ruxandiye, lê eger dewlet dixwaze bi Kurdan re di bin sîwanekî de bimîne jî divê di zûtirîn dem de, dest ji van şêwazan berde.

Serokê Grûba HDPê û parlamenterê Diyarbekirê Îdrîs Balûken jî da zanîn ku dewletê wiha dizanibû ku dê bi pêkûtî û şer çokê li Kurdan bişkêne, lê ev rêyeke xelet e û gelê Kurd di têkoşînên xwe yên borî de, di serhildana Şêx Seîd, Geliyê Zilan û Dêrsîmê de nîşan daye ku serî li ber zilimkaran danayne.

Balûken ragihand ku, dewlet li navçeyên qedexe, tenê destûra navxwe na, destûrên şer ên navdewletî jî binpê dike û bi vî awayî jî sûcê mirovahiyê dike. Di xwepêşandanê de parlamenterên HDPê Huda Kaya û Ertûgrûl Kurkçu jî gotin ku heta gelê Kurd di serî de hemû gel bikaribin, xwe bixwe birêve bibin ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî axaftinan girse ber bi Sûra navçeya Diyarbekirê ku ev 86 roj e qedexe lê berdewam e, dest bimeşê kir, lê polîsan bi ava şit û bombeyên rondikrêj destwerdan kir û girse hat belav kirin. Buyerên tund li taxên din yên bajêr jî belav bûn. Ji ber gazê li ciyê xwepêşandanê jinek ji hişê xwe çû û ket erdê, piştre jî bo nexweşxaneyê hat veguhastin. Ciwanek jî ji aliyê polîsên taybet ve hat desteser kirin.