Ji Hesekê 54 kes bûne berbijêrê Parlamentoya Sûriyê

Berî niha Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di fermanekî ya serokatatiyê de ragehandibû ku, di 13ê Nîsana ev sal de, Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê wê werin pêanîn

K24-Hesekê

Komsyona Bilind a Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê ragehand ku, heta niha 967 kes bûne  berbijêrên Parlamentoya wî welatî ji wan jî 54 kes ji Parêzgeha Hesekê ne.

Li gor ajansa Sûrê ya fermî SANA ragehandî ku, ji wan 967 berbijêr 145 li Şamê hatin belav kirin, li bajarê Helebê 73, 44 li Idlibê, li Parêzgeha Himsê 155 in, 66 li Hemayê ne, li Parêzgeha Laziqiyê jî 98 in, 42 li bajarê Tertûsê ne, li Dêrazorê 44 û li Parêzgeha Hesekê jî 54 berbijêr hene.Ajansê da zanîn ku, deriyên berbijêriyê dê heta 1ê Adarê berdewam bike.

Berî niha Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di fermanekî ya serokatatiyê de ragehandibû ku, di 13ê Nîsana ev sal de, Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê wê werin pêkanîn.Biryara Esed bû cihê nîgeraniya opozîsyona Sûriyê.