Bo Tirkiyê daxwaza destûreke demokratik tê kirin

Di nav civaka Tirkiyê de, bo çêkirin û dariştina destûra bingehîn a pirreng, wekhevî û azadîxwaz hewldanek heye. Herwiha daxwaza destûreke demokratik tê kirin.

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Di nav civaka Tirkiyê de, bo çêkirina destûra bingehîn a pirreng, wekhevî û azadîxwaz hewldanek heye. Înisîyatifek ku ji hiqûqnas, akademîsyên û hunermendan pêk tê, daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de, beşdaran bal kişandin ser destûreke demokratîk.

Mijara çêkirina destûra bingehîn, ev demeke di rojeva Tirkiyê de ye. Digel vê yekê gelek kes wek înîsiyatîf bo daxwaza destûreke bingehîn a nû hatin ba hev.

Wek tê zanîn ku hefteyên borî di Komîsyona Lihevkirinê a Destûra Bingehîn de endamên partiya CHPê ji komîsyonê vekişiya bûn û serokê komîsyonê jî komîsyon belav kiribû.

Înisiyatifê amaje bi wê yekê kir ku bo destûra bingehîn di civakê de hewldaneke pirreng, wekhevî û azadîxwazê xurt bikin, bangî raya giştî kirin. Înîsiyatîfê da zanîn ku divê bo çêkirina destûrê şer bisekine û diyalog dest pê bike. Paşê di rewşeke aram de gotûbêjên li ser destûrê dest pê bikin.

Beşdarên însiyatîfê bal kişandin ser metirsiya ya ku di çêkirina destûrê de, hewl û tevgerên der demokrasiye hebin. Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku ji bilî parlementoyê divê welatî jî tevlî pêvajoyê çêkirina destûrê bibin.

Gelek hiqûqnas, akademîsyen, hunermend, nûnerên saziyên civakî bo vê înisiyatîfe civiyan. Çapemeniyê jî girîngiyeke baûş da vê çalakiyê.