“Ocalan û Talebanî, erkên Barzanî giran kirine”

Serkirdeyekî Rojhilatê Kurdistanê jî tekez dike ku, di deme niha de Barzanî bûye lêveger.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/672279f5-2d0d-4dc3-b23e-c3122089533d/Serkrde%20partakan(1).ism/manifest

K24- Hewlêr

Talebanî, Barzanî û Ocalan sê serkirdeyêm herî bibandor in di civaka Kurdistanê de.

Di çend salên borî de, du ji wan serkirdeyan ji ber sedemên cuda ji karê siyasî dûr ketine, rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan di girîgeha Îmraliyê de ye, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celala Talebanî ji ber nexweşiyê nema wek berê rola xwe di siyasetê de dibîne.

Dûrketina her du serkirdeyan jî, erkekî giran xistiye ser milê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, wek ku çavdêrê siyasî, Mihemed Emîn Pêncwînî diyar dike.

Pêncwînî ji K24ê re got: “Bi dûrketina her du serkirdeyan, erkê Serokê Herêma Kuristanê, Mesûd Barzanî giran bûye.”

Endamê Polîtbîroya YNKê, Cafer Şêx Mistefa jî, di heman nêrîna Pêncwînî de ye. Tekez dike jî ku, pêwîstiya Kurdan bi yekrêziyê heye.

Hevserokê PYDê, Salih Mislim jî beriya niha ji K24ê diyar kiribû ku, ew Barzanî wek birayê mezin ji xwe re dibînin.

Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê-Rojhilat, Xalid Ezîzî jî tekez dike ku, di dema niha de Barzanî bûye lêvegere siyasî û yasayî.