Kerry bo Esed: “Hinek rawişt” xuya bike

Amarîka Serokê Sûriyê bi astengkirina gihêştina alîkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî tuhmetbar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amarîka Serokê Sûriyê bi astengkirina gihêştina alîkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî tuhmetbar kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, Serokê Sûriyê Beşar Esed bi astengkirina gihêştina alîkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî tuhmetbar kir. Herwiha jê xwast ku, di dema agirbestê de “hinek rawişt” xuya bike, nexasim agirbest ketiye warê cibicîkirinê.

Kerry di konfiranseke rojnamevanî de ligel hevşanê xwe yê Almanî, diyar kir ku, di dema agirbestê de, alîkariyên mirovî bi awayekî rasterast gihêştine 116 hezar kes li Sûriyê, lê hîn rêjîma Sûriyê gelek astengiyan çê dike û destên xwe datîne ser alîkariyên tenduristî.

Roja 23ê Sibatê di navbera Amerîka û Rûsyayê de agirbest li Sûriyê hate ragihandin, roja 27ê Sibatê kete warê cibicîkirinê. Li gor rêkeftina agirbestê, gihandina alîkariyên mirovî yên rasterast bo Sûriyan jî li xwe digire.

Kerry amaje kir, mîlişyatên li aliyê rêjîmê şer dikin, destên xwe datînin ser alîkariyan û ji bo xwe dibin.

Ji aliyê xwe ve, Nûnera Rêxistina Tenduristiyê ya Navdewletî li Sûriyê Elizabeth Huff diyar kir ku, hêzên ewlehiyê yên Sûrî destên xwe datînin ser kelûpelên tunduristî û nahêlin bi alîkariyan re derbas bibin. Biryar e heta dawiya vê hefteyê 150 hezar Sûrî û heta dawiya meha Adarê milyonek û 700 hezar Sûrî, alîkariyên mirovî werbigirin.