PDK: Gorran û PKKyê Li Helebce û Raperîn hêzên çekdar dûristkirine.

Di kombûna xweya dawîyê de li gel alîyên sîyasîyên Herêma Kurdistanê, Partîya Dîmûkratîya Kurdistan(PDK)yê belgeyan dide alîyên sîyasî li ser duristkirina hêzên çekdar ji alîyê Bizava Gorranê ve. PDK diragehîne ku li Helebce û Rêvebrîya Raperrîn, PKK û Bizava Gorran hêzên çekdar duristkirine. Li sinûrê Raperîn nêzîkî 3 hezar endam û alîgirên Gorran hatine çekdarkirin. Endam perlemanekê firakisyûna PDKyê hoşdarîyê dide Gorran. Endam perlemanekê Gorran jî dibêje: ev hemû bûxtanin.

K24- Hewlêr:

Heya dihê behsê rêkkevtina Partîya Karkerên Kurdistan(PKK)yê û Bizava Gorran li ser pêkahînana hêzên çekdar û karkirin ji bo serhildanê li dijî hikumeta Herêma Kurdistanê û PDKyê zêde dibe.

PDK di kombûna xweya dawîyê de li gel alîyên sîyasî belgeyên temam xistin berdestên alîyên sîyasî.  Li gor wan zanyarîyên bi dest Kurdistan 24 kevtine, PDKyê hewlên PKKyê û Bizav aGorran bi belgeh xistine berdestên alîyên sîyasî û biryare jî hemû belgeyabn bixe berdestên kunsil û nwênerên welatan li Herêma Kurdistanê.

Li gor wan zanyarîyên ku hatinedan bi alîyên sîyasî ev dû alî li Helebce û Rêvebrîya Raperîn, hêzên çekdar duristkirine û li sinûrê raperîn 3 hezar endam û alîgirên PKK û Gorranê hatine çekdarkirin.

Di bareya bajarê Hewlêrê jî, wan Hewlêr kirine çar tewer, lê hewlên wan li Hewlêrê şikest hînaye.

PDK agahdare ji hemû hewlên PKKyê û Gorranê û li ser hewla serhildanê jî hoşdarîyê dide gorran û PKKyê.

 Bizava Gorran li ser evan dengoyan dibêje: Ev hemû bûxtanin û Gorranê bawerrî bi karê medenî heye û bizaveke medenîye.

Piştî duristbûna girjî û alozîyê di navebera alîyên sîyasî de û tengijeya darayîyê, çend xwepîşandan û karê tundûtîjîyê çêbûn. Demeke jî dengoya duristbûna hêzên çekdar ji alîyên Gorran û PKKyê ve hatine belavkirin û di Peyc û torên civakî bi awayek nenasyayî daxwaza serhildana çekdarî dikin li Başûra Kurdistanê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/827d1cfd-ad74-4ede-8cbc-6ba654e3613e/pkk%20w%20goran.ism/manifest