HDP bo binpêkirina mafê mirovan name şandin

Tê destnîşankirinku, li Sûrê jiyana çandî, civakî û aborî rawestiya ye û şûnwarên dîrokî hatine xerakirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokên HDPê, ji bo binpêkirina mafên mirovan li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, ji Neteweyên Yekbûyî û Perlemana Ewropayê re name şandin.

Ofîsa Çapemenî ya HDPê da zanîn, name bi navê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, bo hemû dezgehên Neteweyên Yekbûyî, dezgehên Perlemana Ewropayê, balyozên Ewropayê û partiyên siyasî yên Ewropayê hatiye şandin.

Name bi "Em pêşiya komkujiya Sûrê bigrin..." dest pê dike û dide zanîn, li bakurê Kurdistanê heta niha 58 car qedexeya derketina derve hatiye ragehandin û li Sûrê jî ev 91 roj in qedexe berdewam dike.

Tê destnîşankirinku, li Sûrê jiyana çandî, civakî û aborî rawestiya ye û şûnwarên dîrokî hatine xerakirin.

Hevserokên HDPê her wiha didin xuyakirin, li Cizîrê, ji jêrzemînan 178 term hatine derxistin ku piraniya wan hatine şewitandin û li Sûrê jî metirsiyeke wiha heye.