Serkirdeyên YNKê: Pêwîst e piştgîriya proseya çaksaziyê bikin

Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê çend biryarên çaksaziyê bo hikûmet û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) da, heta niha aliyên siyasî yên din bi fermî helwestên xwe diyar nekirine. Serkirdeyekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (NYK) jî dibêje, pêwîst e hemû aliyên siyasî piştgîriya wê proseyê bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b881adef-9578-4b73-ad12-a713769cd064/projei%20chaksazi%20dhok.ism/manifest

K24 – Dihok

Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê çend biryarên çaksaziyê bo hikûmet û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) da, heta niha aliyên siyasî yên din bi fermî helwestên xwe diyar nekirine. Serkirdeyekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (NYK) jî dibêje, pêwîst e hemû aliyên siyasî piştgîriya wê proseyê bikin.

Endamê serkirdeyatiya YNKê Kemal Axa bo vê pirsê ji K24ê re got: “Pêwîst e hemû aliyên siyasî piştgîriya proseya çaksaziyê bo hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, yan jî li derveyî hikûmetê bimîne.”

Axa got jî: “Em wek YNKê , gûmana me tune ye, ku piştgîriyê li her projeyeke çaksaziyê bikin, ku di berjewendiya gel û sîstema hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.”

Her di vê derbarê biryarên Serokê Herêma Kurdistanê bo çaksaziyê, endamê serkirdeyatiya PDKê Ebdilxaliq Babîrî ji K24ê re got: “Kurdistan ji me hemûyan pîroztir e, niha ku amadekariyê bo referandûmê dikin, divê em hemû bo çaksaziyê amade bin, ku çaksazî di berjewendiya gelê Kurd de ye.”

Di heman demê de, endamê serkirdeyatiya Yekgirtûya Îslamî Beşîr Fetah got: “Yekgirtûya Îslamî amade ye bo her çaksaziyekê û niha mijûlî projeyeke din ya çaksaziyê ye, ligel projeyên din bo çareserkirina rewşa Herêma Kurdistanê.”

Di 10 Sibatî de, Serokê Herêma Kurdistanê çend biryar derbarê çaksaziyê di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDKê de ragihandin, Polîtbîroya PDKê û kadroyên wê, amadehiyên xwe bo cibicîkirina wan biryaran nîşan didin.”