Balyûzê Îsrayîl stayîşa rola pêşmerge dike li dijî daişê.
K24- Hewlêr:
Balyûzê Îsrayîlê, li Emerîakyê ragehand: Îsrayîl stayîşa rola Kurd dike li berengarbûna Daişê, aşkera jî kir, ew hest dikin wekînîyeka mezin di navbera Kurdû û Îsrayîlê de heye.
Balyûzê Îsrayîlê li Emerîka, Ron Dêmîr bi Kurdistan 24 ragehand: Di rojhilata Navîn de Îsrayîl ji hinek kesan nêzîke ku xebatê bo azadîyê dikin û ew kes jê Kurdin û em hest dikin wekîneka mezin di navebra me û Kurd de heye û hêvîya serkevtinê bo wan dixwazîn. Em dizanîn niha kurd hevrûşî girûpeka tundrew bûye kû gefe bo ser hemûyan û ev girûpa tundrew ne tenê nemetirsîye bo ser Îsrayîlê lê metirsîye bo ser hemû Rojhilata Navîn û bi sedema van tûndrewan bi hezaran danîşvanên deverê koçberûne.
Balyûzê Îsrayîlê li Emerîkayê got jî: Stayîşa rola Kurd dikin bo berengarbûna evê girûpê û şerrkirina wan ji bona azadîyê û bi ûmêda berdewambûna peywendîyên dostane di navebra Kurd û cûhî û dewleta Îsrayîlê de.