22 sal berê Kurd wiha ji Meclîsa Tirkiyê hatin dûrxistin

22 sal berê îro parlamenterên Partiya Demokrasiyê li meclîsa Tirkiyê hatibûn girtin. Ji sala 1994an a girtina parlamenteran heta niha gelek siyasetmedar ketin hepsê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2dfd3856-ccf1-446d-bd08-b98a1c83171b/salvegera%20perlemantaren%20DEP.ism/manifest

K24 - Stenbol

22 sal berê îro parlamenterên Partiya Demokrasiyê li meclîsa Tirkiyê hatibûn girtin. Ji sala 1994an a girtina parlamenteran heta niha gelek siyasetmedar ketin hepsê. Sedema girtinê jî li dijî sîstemê muxalîf bûna wan bû.

Parlamenterên DEPê Orhan Dogan û Hatîp Dîcle di 2ê Adara sala 1994an de li ber deriyê parlamentoya Tirkiyê ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin. Di heman rojê de dema dengdayîna li meclîsê, parêzbendiya parlamenterên DEPê Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Ahmet Turk, Sirri Sakik û parlamenterê serbixwe Mahmut Alinak hat betalkirin.

Piştî Dogan û Dîcle di 4ê Adara sala 1994an de Leyla Zana û parlamenterên din jî hatin desteserkirin û 17ê Adarê ketin girtîgeha Enqerê. Dûv re Partiya Demokrasiyê hat girtin.

Doza DEPê ya ku 3ê Tebaxê sala 1994an ligel 6 parlamenteran dest pê kiribû, di 8ê Adara sala 1994an de bi dawî bû. Rêwitiya parlamenterên Kurd ên DEPî li meclîsê tenê 6 mehan berdewam kir.

Dadgehê, parlamenterên Diyarbekirê Hatîp Dîcle, Leyla Zana, parlamenterên Şirnexê Orhan Dogan û Selîm Sadak li gor qanûna endamtiya rêxistina derqanûnî darizand, axaftinên wan neqanûnî dît û parlamenteran 15 sal cezayê hepsê xwar.

Li ser vê parlamenterên DEPê, ji bo mafên xwe di sala 1996an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan. Herwiha dadgeha Ewropayê, parlamentar mafdar dîtin û ji bo biryara dadgeha Tirkiyê got: “Biryareke ne bêalî ye û mafên parlamenteran hatiye xwarin.”

Parêzerên parlamenteran di sala 2003an de daxwaza darizandineke nû kirin. Dadgeha Bilind piştî ku parlamentar 10 sal û 3 meh û 8 roj di hepsê de man biryara tehliyeyê da. Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatîp Dîcle û Selîm Sadak di sala 2004an de serbes man.

Îro jî derbarê gelek parlamenteran de tê xwestin ku parêzbendiya wan bê rakirin. Girtina partiyên siyasî û parlementerên ku ji ber eşkerekirina fîkr û ramanên xwe ketine hepsê di dîroka siyaset û hiqûqa Tirkiyê de wek nîşaneyên nebûna azadî û demokrasiyê tê nirxandin.