Li zanîngeke Hewlêrê keçekê fîşek li sînga xwe da

Li nav Zanîngeha Beyan a Hewlêrê, keçekê fîşekek li sînga xwe da û xwendekarên hevalên wê û Rektorê Zanîngehê jî dibêjin ku ti pirsgirêkeke wê keçe li nav zanîngehê nebû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cf9db870-b131-42fe-8fca-27781c9b2f4e/zankoy%20bayan.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Li nav Zanîngeha Beyan a Hewlêrê, keçekê fîşekek li sînga xwe da û xwendekarên hevalên wê û Rektorê Zanîngehê jî dibêjin ku ti pirsgirêkeke wê keçe li nav zanîngehê nebû.

Li gor agahiyên ku gehiştine Kurdistan24ê, ew keç sala 1995ê ji dayîk bûye û xwendekara qonaxa du ya beşe yasayî ye. Berî bûyerê bi çend deqeyan li ser malpera xwe ya Facebookê nivîsek belav kiriye û ji hevalên xwe xwestiye ku heqê xwe lê helal bikin.

Derbarê bûyerê de Rektorê Zanîngeha Beyan Dr. Seîd Xoşnaw agahî dan Kurdistan24ê û da zanîn ku ji xwendekarên hevalên wê keçe jî pirsîne û tu pirsgirêkeke wê li nav zanîngehê nebûye.

Malbat û kes û karên wê keçê amade nebûn li pêş kamereyan tu zanyariyan bidin, lê dayîka wê amaje bi wê yekê kir ku ti pirsgirêka keça wê di nav malbatê de nebû û şevek berî bûyerê lê pirsî ye û rewşa wê jî baş bûye.

Piştî bûyerê xwendekar bo nexweşxaneya Hewlêrê hat veguhestin û piştî neştergeriyê niha di jêr çavdêriya hur a doktoran de ye. Ev bûyer jî di demekê de ye ku li hemû kolejan pirsgeh û zêrevan hene û birina çeke bon av zanîngehê jî qedexe ye.