Italya hêzeke xwe li Hewlêrê bicih dike

Berî niha Italya ragehandibû ku, bo parastina karkerên Italî yên ku wê di proseya çaksaziya bendava Mûsil de beşdar bibin wê hêzekî bişînin Iraqê.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergiriyê ya Italyayê ragehand ku, bi armanca piştgirî û bihêzkirina Artêşa Iraqê Hikûmeta Italyayê 130 leşker û 8 firokeyên helîkopte dişîne Herêma Kurdistanê.

Derbarê şandina vê hêza nû,  Wezîra Bergiriyê ya Italyayê Roberta pinotti bo kenala 7 ya wî welatî daxuyaniyek belavkir tê de wiha hatibû gotin: "Li ser daxwaza Fransayê ji Yekîtiya Ewropayê û bi armanca veguheztina birîndaran li bereyên şer û piştgiriya Artêşa Iraqê welatê wê hêzekî zêde dişîne Hermêma Kurdistanê."

Pinotti da zanîn ku, ew hêza ku bişînin Herêma Kurdistanê ji 130 leşkeran  û 8 firokeyên Helîkopter pêk tê , ji wan 8 firokeyan 4 ji corê A120 in û 4ê din ji corê NH90 in. Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriya Italyayê ew hêz dê li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê bicih bibe.

Berî niha Italya ragehandibû ku, bo parastina karkerên Italî yên ku wê di proseya çaksaziya bendava Mûsil de beşdar bibin wê hêzekî bişînin Iraqê.