Harold Rod: Serkevtina Tiramp li berjewendîya Kurde.
K24: Hewlêr:
Harold Rod, vekolerê taybetîyê Wezreta Bervanîya Emerîkayê(Pêntagon) ragehand: Tiramp gelek girinegîyê bi hevpeymanên Emerîkayê dide, Kurd jî hevpeymanekê girinege bo Emerîkayê.
Harold Rod di hevpeyvînekê de li gel Kurdistan 24 ji Waşitinê, ragehand: Serkevtina Donald Tiramp berbijarê Komarîyan li berjewendîya Kurde, çunku Tiramp gelek giringîyê bi hevpeyamnên Emerîkayê dide, Kurd jî baştirîn hevpeyamanê Emerîkayêye di Rojhilata Navîn de.
Li ser sîyaseta Dîmukratxwazan û rêveberîya Obamay, Harold Rod, ragehand: Di heft sal û nîvên bûrê de Emerîjkayê serokatîyeka bê hêz hebûye, nemaze li hember doza Kurd.
Harold Rod got jî: Hêvîdarim serokê dahatîya Emerîkayê piştîvanîyê li ragehandina Dewleta Kurdisatna serbixwe bike.
Heya niha milmilanêyeka dijwar di navebera berbijarên Partîya Komarî û Partîya Dîmukratxwazên Emerîkayê heye. Bi nerîna çavdêran, eger Tiramp di hilbjartinên 15ya evê mehê de serkevtî be, dikarîn bêjîn heya radeyekê, ji berbestan rizgar bûye û ûmêda wê heye ku bibe kite berbijarê Komarîyan bo gehiştinê bi Koşka Sipî.