Pêşmergeyên Rojava daxwaza berevaniyê ligel YPGê dikin

Pêşmergeyên Rojava her tim bi hêvî ne, ku vegerin Rojavayê Kurdistanê û gund û bajarên xwe bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re ji êrîşan biparêzin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/544533bd-0b7e-4903-b066-a87a7095d81c/Peshmerge%20Rojava.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Pêşmergeyên Rojava her tim bi hêvî ne, ku vegerin Rojavayê Kurdistanê û gund û bajarên xwe bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re ji êrîşan biparêzin.

Efserekî Pêşmerge bi navê Niwêran Kiro, ku bi xwe xelkê bajarê Kobanê ye di gel hevalên xwe, dem bi dem mijarên siyasî û pêşhatên leşkerî dişopîne ku çawa bajarên Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşan tên, lê her ew hêviyên xwe qut nakin ku dê biçin Rojavayê Kurdistanê.

Niwêran ji K24ê re axivî û got: “Em wekû Pêşmergeyên Rojava dixewezin herin Rojava, YPG bi tena xwe nikarîbû li Kobanê berevanî bikara. Em dixwezin herin cem birayên xwe yên YPGê û ji Îndîwarê heya Efrînê, heya çiyayê kurmênc biparêzin.”

Pêşmergeyên Rojava ku ji 5 heya 6 hezar keç û xort pêk tê, di Adara 2012an de li leşkergehên Pêşmergeyên Zêrevanî, dest bi perwerdeyê kirin. Heya niha 31 şehîd di şarê li dijî DAIŞê li Başûrê Kurdistanê dane.