Li İzmirê 4 ciwanên Kurd hatin binçavkirin

Operasyonên li dijî Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) berdewam e. Li İzmirê 4 ciwan hatin binçavkirin.

K24 – Izmîr

Operasyonên li dijî Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) berdewam e. Li İzmirê 4 ciwan hatin binçavkirin.

Li İzmira bajarê Tirkiyê, destê sibehê, hêzên asayişê di operasyoneke hevdem de, bi ser 7 malan de girtin. Di encama operasyonê de, 4 ciwan bi îdiaya ku ew endamên YDG-Hê ne hatin binçavkirin ku yek ji wan hê zarok e.

Ciwan bi wê yekê tên sûcdarkirin ku ew beşdarî çalakiyên derqanûnî bûne û di wan çalakiyan de kevir avêtine polîsan. Hat îdiakirin ku di operasyonan de gelek belgeyên rêxistinê jî hatine bidestxistin.

Doh jî di encama operasyonên li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê de, 10 kes hatibûn binçavkirin ku ji wan 2 hevşaredar bûn.