Bi wêne.. “Buhara Brîtanyayê bûye Zivistan”

Ji ber şepêleke sar û sermayê, berfê li çend navçeyên Brîtanyayê girtiyê, rojnameyên wî welatî dibêjin: “Buhara Brîtanyayê bûye Zivistan.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber şepêleke sar û sermayê, berfê li çend navçeyên Brîtanyayê girtiyê, rojnameyên wî welatî dibêjin: “Buhara Brîtanyayê bûye Zivistan.”

Heta niha nêzîkî 15 c.m berf bariye û rêyên bajar û firokxaneya bajarê Manchesterê hatine girtin. Herwiha 50 dibistan li Lankashire û 26 dibistan li Yorkshire û 8 dibistan li Leedsê hatine girtin.

Ji ber wê berfê ya ku îro pir bariye, çapemeniya Brîtanyayê nivîsandin, Buhara îsal ya Brîtanyayê bûye Zivistan.