DAIŞ hawlên kontirolkirina bendava Tişrînê dike

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi dirêjahiya 40 kîlometreyan li bajarê Kobanî şerê DAIŞê dike, ji gundê Şiyûx destpê dike heta ku dighe pira Qere Qozaqê li başurê Kobanê
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/67203f06-ab1c-4c40-9884-3e20f822d051/ChemaFirat-Kobani.ism/manifest

 K24-Kobanê

Ev deme DAIŞê dixwaze bi rêya qayîkan  xwe bighîne deverên rojavayê bajarê Kobanê,taybet  gundê Şiyûx, boraz û Qorê yên ku li ser Cemê Feratê ne, şervanên Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) tekez kirin ku, wan di 48 seatên borî de çend êrîşên DAIŞê li mihwerê Cemê Feratê têkşkandine.

Derbarê wan êrîşan şervanê HSD yê bi navê Gîvar Kobanî ji K24ê re wiha got: "Navenda DAIŞê ya bajarê Cerablusê li Hemberî me ye, li wir gelek çeteyên DAIŞê hene, heval her dem di amadebaşiyê de ne û cihê xwe digrin, şervanên me bipêşve diçin, çekdarên DAIŞê bi şev êrîşan dike û rokêtên Hawinan davêjê me, çekên giran jî bikartînin."

Şervaneke din ya HSD bi navê Arjîn Serhed ji aliyê xwe ji K24ê re wiha axifî: "Çekdarên DAIŞê ji aliyê Tirkiyê ve tê, dixwazin li vê mihwerî tevilheviyekî çêbikin."

Bi armanca vekirina dorpêçkirina li ser bajarê Reqayê, çekdarên DAIŞê  li seranserî Çemê Feratê û gundên derdora bendava Tişrînê topbaran dikin, şervanên Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) amaje bi wê yekê dikin ku, DAIŞê bi rêya melevaniyê re jî dixwazin xwe bighînin gundê Şiyûx.

Derbarê vê mijarê de şervanê HSD yê bi navê Mihmed Ibrahîm ji K24ê re wiha got: "Rêxistina DAIŞê rêxistinekî hove û  qirîje, li dijî Kurd û Ereban şer dike, dijî mirovatiyê jî, em her dem bersiva êrîşên wê dikin, kes ji wan nikare derbasî erdê me bibe."

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi dirêjahiya 40 kîlometreyan li bajarê Kobanî şerê DAIŞê dike, ji gundê Şiyûx destpê dike heta ku dighe pira Qere Qozaqê li başurê Kobanê.