Çiye sedema nexweşiyên ku kêm peyda dibin?

Nexweşiya ku ji nav 10 hezar mirovan tenê li ser 5 kesan tê dîdin wekî “Nexweşiya Kêmpeyda” tê binav kirin. Bi awayekî giştî 6 hezar corên vê nexweşiyê hene.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c83953bf-a8d1-41e8-8512-2dcfd00b3d94/NexweshiKemPeyda.ism/manifest

K24 - Enqere

Nexweşiya ku ji nav 10 hezar mirovan tenê li ser 5 kesan tê dîdin wekî “Nexweşiya Kêmpeyda” tê binav kirin. Bi awayekî giştî 6 hezar corên vê nexweşiyê hene. Sedemên wê jî wekî nexweşiyên genetik û îltihabê hatiye desnîşankirin.

Li cihanê 250 mîlyon, li Tirkiyê jî 7 milyon kes, mexdurên vê nexweşiyê ne ku kêm peyda dibin. Her corên vê nexweşiyê nayên tedawîkirin. Heger di zûtirîn dem de teşhîsa vê nexweşiyê were kirin pizîşk dikarin çareya wê peyda bikin.

Bi giranî xebata pizîşkan a li ser vê nexweşiyê bi taybetî li ser zû teşhîskirinê ye. Di vê çarçoveyê de Pizîşkê Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Îlhan Tezcan li ser parametreyên vê nexweşiyê rawestiya û got: “Di vê nexweşiyê de ya herî girîng zû têderxistin e. Lewre bi rêya zû têderxistinê em dikarin ji malbatan rîşeşaneyê (stem cells) transfer bikin û ve nexweşiyê jî tedawî bikin.”

Nexweşiyên ku kêm peyda dibin ji sedî 80ê genetîk in. Ev nexweşî zêdetir li zarokên wan dê û bavan peyda dibe ku merivên hev in û zewicî ne. Xwişka Duru Anar ji ber vê nexweşiyê canê xwe ji dest daye. Lê ji ber ku pizîşkan zû di nexweşiya Anar derxistiye niha ew tê dermankirin ku sîstema wê ya îmnûnîte nîn e.

Diya Duru Anarê, Damla Anar wiha dibêje: "Me zaroka xwe ya ewil ji ber vê nexweşiyê ji dest dabû. Ji ber vê yekê jî doktoran zû di nexweşiya keça min derxist. Ji bavê wê transfera rişeşanê hat kirin loma rewşa keça min niha gelekî baş e."

Nexweşa Epîdermolîz Bulloza Gûl Yavuz jî got: "Dema ku ez 7 salî bûm, nexweşiya min ya epidermoliz bûlloza ango perperokê hate teşhîskirin. Dermanê wê tune ye. Ji ber vê nexweşiyê laşê min têk çûye."

Ev nexweşiya ku 6 hezar coran di nava xwe de dihewîne tenê ji sedî 5ê wê tê dermankirin. Li aliyê din dermanê vê nexweşiyê bi hêsanî peyda nabe ku peyda bibe jî ji ber bûhayê wê mixabin nexweş nikarin wî dermanî werbigirin.