Îraq ji mûçeyên fermanberûn Kerkûkê dibirre bo Heşda Şeibî.
K24- hewlêr:
Li gro nivîsarekê ku bi dest Kurdistan 24 kevtîye û wezareta Darayîya hikumeta Îraqê arasteya fermangehên Kerkûkê kirîye. Wezareta darayîya Îraqê daxwazkirîye, 3% ji mûçeyên fermanberan bihê birrîn bo çekdarên heşda Şeibî. Ev di demêkî de ye ku ewê şerrê Daişê dike li Kerkûkê û Kerkûkê diparêze Pêşmergeye nekû Heşda Şeibî.
Li gor naveroka nivîsarê, 3% ji mûçeyên fermanberên Kerkûkê, ewên ser bi wezaretên Îraqêne, dihê birrîn bo Heşda Şeibî. Ev biryar jî bû cihê nerazîbûna fermanber û berpirsên kurd li wî bajêrî û daxwaz dikin ku ev pere bo Pêşmergeyan bihê xerckirin. Çunku Pêşmerge Kerkûkê diparîze.
Hikumeta Îraqê, pereyan ji berûka fermanberan kom dike û bo Heşda Şeibî.Ev pêngava hikumeta Îraqê piştî wê tengijeyê dihê ku berçêlka hikumetê gtirtîye û mehane zêdetir ji milyarek Dînar ji fermanberên Kerkûkê dihê birrîn bo Heşda Şeibî. hijmara çekdraên Heşd a Şeibî jî li îraqê 130 hezar bûrandine.
Li gor dûvçûnên Kurdistan 24 derkevtîye ku hikumeta Bexdayê mehann milyarek û nîv dinaran ji mûçeyên fermanberan kom dike û bo Heşda Şeibî xerc dike.
Fermanberek bi nîgeraanî ji evê biryara hikumrta Îraqê dinere û daxwaz dike ew pereyên ji mûçeyên wan dihên birrîn bidin Hêzên Pêşmergey nekû Heşda Şeibî, ji bo ku ewê Kerkûk paraztîye Hêza Pêşmergeye nekû Heşda Şeibî.
Herçend heya niha ne hêlane Heşda Şeibî pişikdarîyê di kombûnên fermîyên asayîşîya Kerkûkê de bikin û wek hêzeka fermî jî nehatîye nasîn ji alyê rêveberîya evî bajarî, Lê hikuemta Îraqê wek hêzeka çekdrîya serekî didin nasîn li bajêrî.