DAIŞ gundekî Kobanê topbaran dike zarokek dibe qurbanî

Di encama ketene topeke Hawinekê de li gundê Qube li başûrê rojavayê Kobanê, zarokekî canê xwe jidest da û 6 kesên din brîndar bûn.

K24 – Kobanê
Di encama ketene topeke Hawinekê de li gundê Qube li başûrê rojavayê Kobanê, zarokekî canê xwe jidest da û 6 kesên din brîndar bûn.

Li gor xelkên gundê Qubê ji peyamnêrê K24ê re ragihandine, ev heyama hefteyekê ye, DAIŞê gundên derdora çemê Feratê topbaran dike, îro jî topeke Hawênê bi ser malekê li Qubê zarokekî 7 salî hat kuştin û 6 kesên din jî brîndar bûn.

Gundê Qubê nêzîkî 35 k.m dorî bajarê Kobanê ye niha di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) de ye

Di 26 Kanûna sala 2015an de HSDê operesyona bendava Tişrînê û gundên derdora çemê Feratê ji destê DAIŞê kontrol kir, çekdarên DAIŞê êrîşên xwe li wê deverê ranewestandine.