Tirkiyê rê li pişiya 120 penaberan girt ku biçin Ewropayê
K24-Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê du qaçaxçî dema ku dixwestin 120 penaberî bi rêya deryayê bibe Yonanstanê girtin.
Derbarê girtina wan her du qaçaxçiyan û rêgirî li pêşiya wan penaberan ajansa Reutersê di daxuyaniyeke xwe de tekez kir ku, polîsên Tirkiyê dest danî ser 6 opombîlên ku tê de 120 penaberan hebûn, wan penaberan bi rêya deryaya Êgayê ve dixwestin ber bi Ewropayê ve biçin.
Li gor ajansê piraniya wan penaberan jin û zarok bûn, da zanîn ku her du qaçaxçî karîn xwe ji destê polîsan xilas bikin û bireve.
Li gor amarên UNCHR di sala 2015an de zêdeyî yek milyon penaber bi rêyên cor bicor giheştin welatên Ewropayê û piraniya wan penaberan jî ji Tirkiyê ber bi Yonanistanê ve bi rêketine.