Bernameya Newrozê ya HDPê diyar bû

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bernameya xwe ya Newrozê eşkere kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bernameya xwe ya Newrozê eşkere kir.

HDP dê Newrozê li 82 deverên cûda bi drûşma ``em ê bi berxwedanê serbikevin`` pîroz bike. Agirê Newrozê di 17ê Adarê dê li bajarê Şirnexê were pêxistin û dê pîrozbahî li navçeyên Cizîr û Geverê berdewam be.

Newroza Diyarbekirê ku her sal bi mîlyonan kes beşdar dibin dê 21ê Adarê were pîroz kirin. Pîrozbahiyên Newrozê dê heta 5 rojan bidomin û 22ê Adarê li navçeya Cizîrê bidawî were. 

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan jî ragihand ku pêwîste Newroz bi dirûşma Kurdistana xweser û Serokatiya Azad were pîroz kirin.

Di çenda salên dawî de li Bakurê Kurdistanê Newroz di nav aramiyê de dihat pîroz kirin. Lê piştî têkçûna pêvajoya aştiyê ji ber şer û pevçûnan welatî newrozê bi xemginî pêşwazî dikin.