Li Kobanê kar li ser fedralîzmê tê kirin

Li gor zanyariyên K24ê bi armanca ragehandina fedraliyê li bakurê sûriyê di hundirê vê heftiyê de Tevgera Civata Demokratîk(TEV-DEM) û Encûmena Sûriya Demokratik(ESD) bi amadebûna nûnerên eşîrên Ereban hevdîtinan pêtînin.

K24-Kobanê

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) yekemîn çalakiya xwe li bajarê Kobanê dike, ew jî piştgiriya sîstema fedraliyê ye di çarçoveya çareserkirina kirîza Sûriyê de.

Li gor serkirdeyên ENKSê sîstema Fedralîzmê çareya herî guncawe bo rawestandina şerê sûriyê, herwiha jinavbirina aloziyên di navbera aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê.

Bepirsên Kantona Kobanê jî tekez dikin ku kar bo sîstema fedraliyê li ser bingeha cografî tê kirin, ne li ser bingehên netew, herwiha hemû pêkhateyên deverê dê cihê xwe têde bibînin.

Li gor zanyariyên K 24ê bi armanca ragehandina fedraliyê li bakurê sûriyê di hundirê vê heftiyê de Tevgera Civata Demokratîk(TEV-DEM) û Encûmena Sûriya Demokratik(ESD) bi amadebûna nûnerên eşîrên Ereban hevdîtinan pêtînin.