Rewşa Misilmanên li Ewropayê hat nirxandin

Li Enqerê di Think-Tanka Tirkiyê SDEyê de derbarê Misilmanan de ku li welatên rojavayê Ewropayê dijîn, panelek hat sazkirin. Di panelê de kêşayên wan û îslamofobî hat nîqaşkirin.

K24 - Enqere

Li Enqerê di Think-Tanka Tirkiyê SDEyê de derbarê Misilmanan de ku li welatên rojavayê Ewropayê dijîn, panelek hat sazkirin. Di panelê de kêşayên wan û îslamofobî hat nîqaşkirin.

Tê gotin ku Misilmanên koçî Ewropayê kirine, di qadên perwerde, jiyan, tenduristî û hilbijartinê de, di nav civaka Ewropî de bi cûdatiyan re rûbirû dimînin. Li dijî mizgeftan û li dijî mislimanan êrîş tên kirin.

Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoyaa Tirkiyê Mustafa Yeneroglu bal kişand ser xeletî û cûdakariya Ewropayê: “Dema ku li Rojavayê Ewropayê pirsgirekên Misilmanan têne destnîşan kirin bi şêweyeke cudakariyê an ku bi awayê ‘em û ew’ têne destnîşa kirin. Ev yek bi vî awayî nayê çareserkirin.”

Li Ewropayê her ku diçe îslamofobî zêde dibe. Dema ku derbarê Misilmanan de an ji aliyê Misilmanan ve rûdaneke neyînî pêk tê, di heman demê de têne sucdarkirin.

Ji Zanîngeha Sakaryayê Doç. Dr. Bûnyamîn Bezcî li ser vê yekê mînaka Elmanyayê da: “Li Elmanyayê, bingehên leşkerî yên Emerîkayê hene û îstîxbarata Emerîkayê bi destûra karbidestên Elmanyayê, bi firokeyên bêmirov operasyonan dike. Heta Emerîka bi vî awayî di sala 2014an de li Yemenê malbatek bombebaran kir. Ev bûyer li Elmayayê bû sedema niqaşên mezin.”

Doç Dr. Necmettîn Dogan jî qala kêşeyên civakê û helwesta raya giştî kir: “Nêrîna civakê gelekî girîng e. Ev nêzîkbûn rewşa Misilmanan nîşan dide. Ji ber ku derbarê koçberan de nûçeyên neyînî têne çêkirin hewl dide ku berê xwe bidin suc û tawanan. Herwiha li gorî wan Misilman zirareke mezin didin çanda wan.”

Li gorî pisporan, piştî teqîna Parîsê kêşeyên Misilmanan zêdetir bûne. Li dijî wan jiyan her diçe dijwartir dibe. Welatiyên Ewropayê ji ber gelek sedeman piraniya misilmanan wekî terorîst, an jî endamên rêxistinên tundrew dibînin.