Hejmarek Kurdên Êzdî hatin rizgarkirin

Di çarçoveya hewldanên hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo rizgarkirina wan kesên ku DAIŞê ew revandine, 31 kesên din hatin azadkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f7173af2-5ede-4fa4-9241-a64f351dff2e/azadkrdni%20ezdi%20desti%20daish.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Di çarçoveya hewldanên hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo rizgarkirina wan kesên ku DAIŞê ew revandine, 31 kesên din hatin azadkirin.

Ew kes behsa zilm û zordariya DAIŞê dikin û Rêveberê Ofîsa Karûbarê Kesên ku hatine revandin jî ragihand ku ew kes ne bi operasyona leşkerî hatine rizgarkirin.

11 jin, 11 mêr û hejmarek zarok ku li navçeya Beac bûn hatin rizgarkirin. Ew welatî 3ê Tebaxa 2014an di dema dagîrkirina Şingalê de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn girtin.

Di dema dakîrkirina Şingalê de bi hezaran jin û zarokên Kurd ên Êzdî hatibûn girtin û heta niha jî gelek jin û zarok di destê DAIŞê de mane.