14ê vê mehê civînên Cenêv3 dest pê dikin

Biryar bûn ku, civînên Cenêv3 10ê vê mehê destpê bikin, lê bo 14ê mehê hatin paşxistin.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi armanca destpê kirina gera duyem a civînên Cenêv3 Neteweyên Yekbûyî(NY) rejîma Sûriyê vedixwîne daku şanda xwe ya danûstandinan bişîne Cenêvê.

Derbarê vê mijarê de Neteweyên Yekûyî roja 14ê vê mehê destnîşan kir, daku aliyên pêwendîdar bi kirîza Sûriyê xwe ji bo gera duyemîn a civînên Cenevê amade bikin, NY jî nameya vexwendinê şande ji rejîma Sûriyê daku beşdar bibe.

Ji aliyê xwe Serokê Desteya Bilin d danûstandinan a opozîsyona Sûriyê Riyad Hicab ragehand ku, wan heta niha biryara beşdarbûna xwe di civînan de nedane.

Biryar bûn ku, civînên Cenêv3 10ê vê mehê destpê bikin, lê bo 14ê mehê hatin paşxistin.