Li Bakurê Kurdistanê metirsiya dijwarbûne şer heye

Siyasetmedar û çavdêrên siyasî jî dibêjin, ji xwe birîna şerê PKKê û dewletê hê necebirî ye, destpêkirina şerekî nû dê derbeyeke mezin li demokrasî, aborî û jiyana civakî ya Kurd û Tirkan bixe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d1aa7863-73c0-43b3-b7a4-cf3de0e2d754/MetirsiyaIhtimalaDijwartirbunaSerePKKUDewletaTirkiye.ism/manifest

K24 - Enqere

Şerê di nav bajarên Bakurê Kurdistanê de, daxwaza rakirina parêzbendiya parlementerên HDPê, daxwiyaniyên rayedarên dewlet û hikûmeta Tirkiyê  û rêvebirên PKKê… Ev rûdan hemû li Bakur metirsiya dijwarbûna şerê PKKê û dewletê li pey xwe tîne. Lê belê siyasetmedar û çavdêrên siyasî jî dibêjin, ji xwe birîna şerê PKKê û dewletê hê necebirî ye, destpêkirina şerekî nû dê derbeyeke mezin li demokrasî, aborî û jiyana civakî ya Kurd û Tirkan bixe.

Bi germbûna hewayê, li Bakur jî amadekariyên şer zêdetir bûn. Hinek deverên bajarên Bakur ji aliyê parêzgeriyan ve wek herêmên leşkerî tên îlan kirin. Artêşa Tirkiyê, hem li bajaran hem jî li herêmên çiyayî tedbîrên leşkerî zêdetir dike.Rayedarên Dewletê dibêjin, dê operasyonên hêzên ewlehiyê berdewam bikin.

Rayedarên KCKê jî dibêjin, dê tola hemû şervanên li navçeyên wek Sûr, Cizîr û Silopiyê de hatine kuştin hildin. Serokê Ak Partiya Diyarbekirê Mihemed Dara Akar radigihîne ku, hesêbên Îran, Rûsya û rejîma Esed li ser Tirkiyê hene û dixwazin bi vê piştgiriya PKKê bikin.  

Dara îdîa kir ku eger şerek destpê bike jî ew şer dê zêdetir zirarê bide Kurdan û ji Kurdistan24ê re got: “Wexta ku cenaze herin çar aliyên Tirkiyê, insan êdî hingê naxwazin ev mesele çareser bibe. Nasyonalîzm zêde dibe. Hinek gavên ku ji bo perwerdeya zimanê Kurdî, demokrasî û destûreke nû em hingê nikarin bavêjin.”

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmetê, Numan Kurtulmuş di 27ê Sibata 2016-an de ragihand ku di 35 salên borî de di şerê PKKê û dewletê de 1,5 trîlyon dolar hatiye xerckirin.  Yek ji damezrînerê Ak Partiyê û Wezîrê berê Huseyîn Çelîk rexneyan li hikûmetê digire û dibêje; Ak Partî bi şiyara sazkirina aştî û biratiyê barê şer yê ku li ser civakê hatibû sepandin biguherin û bi wan derfetan xizmeta civakê bikin.

Li gorî Çelîk, xeletiya hikûmetê ya mezin ew e ku li ser rêya şer dimeşe. Çavdêr û şîrovekarên siyasî jî dibêjin, li Rojhilata Navîn sazûmaniyeke nû çêdibe û hemû hêzên li herêmê jî dixwazin rola xwe bilîzin. Cebarê Şirnexî, derdora 40 salan e di nava siyasetê de ye, dibêje dema ku şerek bê kirin divê berjewendiyên gel jî bên parastin.

Li gorî Cebarê Şirnexî, tenê têkoşîna bi rêyên demokratîk encam dide û wiha axifî: “Şer zirarê dide miletê Kurd, lewra eger ku îtîfaqa Kurdan nebe, nikarin şer jî bikin. Herçiqas gêrîla bên û perçe perçe şer jî bikin wê derbeyan bixwin. Li hemberî wan dewleteke dagirker heye, derfetê nade.” 

Li gorî daxûyaniyên fermî di şerê bi PKKê de kêmzêde 45 hezar kesan canê xwe ji dest dane. Hê jî aqubeta derdora 18 hezar kes nayê zanîn. Bi milyonan Kurd koçber bûne. Bi hezaran gund wêran bûne.  Daxwaza xelkê Bakurê Kurdistanê jî ew e ku ev hejmara dilnîgariyê êdî zêde nebin. Ji ber ku heta niha ti encam ji mirin, kuştin û koçkirinê nehatine standin.