Kompanyayên turîstîk ên Tirkiyê ji ber krîzê nîgeranin

Li Tirkiyê hejmara geştyarên biyanî di meha çile ya sala 2016an de li gor heman mehê ya sala borî kêm bûye. Rêvebirên saziyên geştyariyê ji rewşa niha ya aboriya welêt nîgeran in.

K24 - Stenbol

Li Tirkiyê hejmara geştyarên biyanî di meha çile ya sala 2016an de li gor heman mehê ya sala borî kêm bûye. Rêvebirên saziyên geştyariyê ji rewşa niha ya aboriya welêt nîgeran in.

Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyê zanyariyên li ser geşt û gerê eşkere kirin. Li gor agahiyên wezaretê par meha Sibatê ji Rusyayê 8 hezar û 307 gestyar hatibûn Antalyayê lê îsal di heman mehê de tenê 55 Rus hatine Antalyayê.

Serokê encumena kar û xebata navbera Iraq û Tirkiyê Taha Emîn da zanîn ku piştî teqîna li Siltan Ahmetê gelek kompanya hatin girtine girtin û ji Kurdistan24ê re got: "Rûsya û Misir çûna welatiyên xwe bo Tirkiye qedexe kirine. Ji ber pirsgirêka vîzeyê ya navbera Iraq û Tirkiyê jî bo aboriyê nebaş bû. Gelek kesên ku debara xwe bi vî karî dikin dikanên xwe girtin û betal man."

Piştî krîza xistina balafirê ya 24ê Mijdarê, hejmara welatiyên Rûsî ku her sal tên serdana Tirkiyê bi qasî ji sedî 56,7 daketie. Gerînendeyê giştî yê kompanyaya geşt û gerê Deliciasê Îskender Çayla diyar kir ku bûyerên terorî tesîreke nebaş li aboriya welêt û sektora turîzmê dikin.

Çayla wiha axifî: "Di nav mehên Çile û Sibatê de krîza aboriyê zêdetir bû. Ji ber aloziya li gel Rûsyayê jî demsala havînê bi taybetî li bajarên wek Antalyayê rewş dê nebaş be. Di sala 2016an de wek îstatîstikî rêjeyên aboriyê dê dakeve."

Welatiyên biyanî li nav deriyên sînorê zêdetirîn di ser Stenbolê re ketine Tirkiyê. Di çûnûhatina geştyarên biyanî de li gor bajarên din Stenbol bi rêjeya ji sedî 59,2 di rêza yekem de cih digire.