80 tank yên Artêşa Tirkiyê gihêştin Colemergê

80 tank yên Artêşa Tirkiyê, bo bajarê Colemergê ya navçeya Geverê hatin veguhestin.

K24 – Navenda Nûçeyan

80 tank yên Artêşa Tirkiyê, bo bajarê Colemergê ya navçeya Geverê hatin veguhestin.

Duh derengê şevê 80 tankên ku ji bajarê Wanê birê ketibûn di bin bergiriyên berfireh yên ewlekariyê de derbasî navçeya Geverê bûn. Hat ragihandin ku tank li Fermandariya Tûmenê ya li ser riya Hevreşîmê hatine bi cih kirin.

Hêzên ewlekariyê di 9ê Adarê de li navçeya Geverê, taxa Esentepeyê li dijî Endamên Yekineyên Parastina Sivîl YPSyê operasyon dabûn destpêkirin û pevçûnên tund rû didan.

Di encama wan pevçûnan de welatiyekî bi navê Îlhan Engîn di nav gulleyan de mabû û canê xwe ji dest dabû, welatiyek jî birîndar bûbû.