Welatên bihêz federalîzmê bo Sûriyê gutûbêj dikin

Dîplomasiyên NY yên ji danûstandinên aştiyê nêzîk dibêjin, welatên bihêz egera perçebûna Sûriyê li ser bingeheke federalî gutûbêj dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dîplomasiyên NY yên ji danûstandinên aştiyê nêzîk dibêjin, welatên bihêz egera perçebûna Sûriyê li ser bingeheke federalî gutûbêj dikin.

Dîplomasiyekî NY ku nexwast navê wî were aşkerekirin ragihand ku, welatên bihêz û Rûsyayê egera avakirina sîstemeke federalî li Sûriyê gutûbêj dikin, ku sîstema federalîzmê dê bêhtir yekîtiya wê biparêze. Ev pêşniyar jî ji Nûrnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Misture re hatiye pêşkêşkirin.

Wî dîplomasîyî got jî: “Bo parastina xaka Sûriyê, gelek awa ji sîstema federalîzmê re hene, ku herêmên federal dikarin di gelek desthilatan de ji hikûmeta navendî rizgar bibin.”

Di demekê de ku De Mistura amadehiya danûstandinên aştiyê li Cenêvê di navbera opozîsyon û rêjîma Sûriyê de dike, pêşniyara perçekirina Sûriyê li ser bingeha federalîzmê dikeve rojevê.

Eûcûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî dibêje, Heger ew bixwazin Sûriye yekgirtî bimîne, federalism baştirîn çareserî ji Sûriyeya pêşeroj re ye. Hevserkê PYDê Mislim yê ku di danûstandinên aştiyê li Cenêvê beşdar nabe, tekezî li ser cibicîkirina sîstema “Ne navendî” li Sûriyeya pêşeroj kir û got ku, ya girîng ne nav e, ya girîng naverok e.

Heya niha opozêsyona Sûriyê ti pêşniyar bo federalîzma Sûriyê qebûl nekirye. Ji aliyê xwe ve, Serokê Sûriyê Beşar Esed federalism bo Sûriyê dûr nedît û got ku, her tişt bi riya goftûgoyan tê guhartin.

Biryar bû, di 10 Adarê de gera duyem ya danûstandinên aştiyê di navbera hikûmet û opozîsyona Sûriyê de dest pê bikirana, lê bo 14 vê mehê hat paşxistin.