Opozîsyona Sûriyê beşdarbûna xwe di Cenêv3 de ragehand

Berî niha Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Misura ragehandibû ku, 14ê vê mehê wê gere duyem a civînên Cenêv3 destpê bike, da zanîn ku, ew danûstandin wê deh rojan berdewam bike, di wan deh rojan de jî 3ê babetên sereke têne gotûbêj kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê beşderiya xwe di civînên Cenêvê de ku biryare 14ê vê mehê destpê bike ragehand.

Derbarê beşdarbûna xwe Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê daxuyaniyek belav kir, tê de tekezî li ser beşdarbûna xwe di gera duyem a danûstandinên Cenêv3 de kir, da zanîn ku, şanda opozîsyonê wê desteya Hikûmeteke Veguhêz gotûbêj bike.

Di daxuyaniyê de, opozîsyonê aşkere ku, rejîma Sûriyê di dema bê de wê êrîşên xwe yên esmanî û bejayî zêdetir bike.