"Lijneyên Biryardayînê dê biryara dawî ya HDPê bidin"

Ayhan Bilgen

K24 - Enqere

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen li ser vekişîna ji Parlamentoya Tirkiyê daxuyaniyeke taybet da Kurdistan 24ê. Bilgen egera hilbijartineke navber ya ku tenê hêzên asayişê deng bidin anî ziman û got: "Lijneyên me yên biryardayînê li gorî egerên wiha dê di rojên pêş de biryara partiyê bidin."

K24: Wekî partî helwesta we ya derbarê parêzbendiyan de çi ye?

Ji her tiştî wêdetir, ji bo me parlamento yek ji wan qadan e ku em têkoşîna xwe ya siyasî û civakî lê dimeşînin. Belê parlamento ne her tişt e, lê belê em nikarin bêjin ku tu girîngiya wê, tu qedrê wê nîn e.  Ji xwe niha jî, têkilî parlamenteran dibe ango ew parêzbendiya parlamenteran tu hikmû xwe nîn e, dest ji îmtiyazan berdin, parlamenterî wekî astengekê ye. Ew mafên di destê welatiyan de wekî mînak bo lêkolînekê, bo serdana girtîgehekê…bi taybetî bo parlamenterên HDPê tên astengkirin. Di vî warî de ji xwe têkilî parêzbediyan dibin. Tiştekî din yê bo me girîng jî ew e; her kesekî, di asta rêvebirênên herêmî, şaredarî û endamên Meclîsa Partiya de siyasetê dikin jî bo me wekî parlamenteran girîng in û karên baş dikin. Ji ber wê yekê, ne ku ez parêzbendiya parlamenteran wekî tiştekî ji rêzê dinirxînim, lê divê em hay ji wê yekê hebin ku balê dikîşînin li ser parêzbendiyan û bi vê yekê kompanyayeke berfireh ya girtinê dimeşînin. Em bi giştî li dijî van polîtîkayê ne. Divê hemû astengên li pêşiya siyasetê rabin û heta dawî rê li ber siyaseta demokratîk vebe, em div ê fikrê de ne.

Derbarê parêzbendiyan de helwesteke me ya giştî heye; divê ji bo her kesekî parêzbendî bê rakirin ango divê fezlekeyên ji bo wan sûcên ku kesek ji ber fedî dike yên wek dizî, gendelî û îmtiyaziyê jî hebe û paşê em jî werin darizandin. Êm ê dosyayên me derbarê azadiya axaftin û azadiyê de ne, wekî beriya niha we pirsî 5 dosyayên me jî di vê çarçoveyê de ye. Gava yek berê xwe dide dosyayan, hêj hêmana mebesta sûc jî li holê nîn e, lê belê bi îdiaya hêmanên subjektîf dozger dosyayeke ku tê de behsa rêxistinbûna KCKê dike, hema hema yek dikare bêje wekî dosyayeke ji agahiyên ansiklopedik pêk tê,  amade kiriye û di dawî wê de jî, roportajek du roportajên hevalên me, yên rêvebirên partiyê tê de bicih kiriye.  Evna beriya niha jî hatine ceribandin û paşê hatiye dîtin ku bo demokratîkbûna Tirkiyê, bo aştiyê fêdeyeke xwe nîn e. Em vê dibêjin, piştî 20 salan Tirkiye fahm kir ku tu fêdeya girtina partiyan tuneye. Niha em vê meraq dikin gelo Tirkiye dê di çend salan de fahm bike ku rakirina parêzbendiyan tiştekî çareser nake.

K24: Heger parêzbendiya 5 parlamenteran bê rakirin wekî partî hûn ê çi bikin? Gelo eger heye ku hûn dest ji parlamentoyê bikişînin ?

Helbet divê em vê di lijneyên partiyê de niqaş bikin û bi hevre vê biryarê bidin. Ji xwe di rojên pêş de, dê Lijneya Bilind ya Navendî û Meclîsa partiyê civînên xwe lidar bixin.  Di mijarên wisa stratejik de, biryarên resen ji aliyê van lijneyên me tê dayîn.  Ji xwe nirxandina vê mijarê ya di komisyonê de dê çend mehan dirêj bike. Niha rojeva herî lezgîn ya hikûmetê jî ew derxistina hin yaseyên derbarê Yekîtiya Ewropayê ne ku divê bigihêje heta meha Gulanê.

Em baş nizanin bê hesabekî çawa yê siyasî tê kirin, gelo armanca wan vê mijarê wekî zext û gefan bikar bînin, ango vê bike mijara bazarê ango dixwazin ew girtin û qedexe di rojevê de cih nebine û rojevê bên dûrxistin, bi vê helwestê tevdiger in, em nizanin. Ji bo HDP di hilbijartinên 7ê Hezîranê, bi taybetî jî di hilbijartinên 1ê Mijdarê de, derveyî parlamentoyê were hiştin, hewldanên çawa hate dayîn, divê ji aliyê hemû raya giştî, were zanîn. Di 1ê Mijdarê de, hewldanên bi hilbijartinê dûrxistina HDPê ya ji parlamentoyê pûç derket, niha em di wê fikrê de ne ku helwesteke provakatîf heye ku bi rê û rêbazên awarte HDPê ji parlamentoyê dûr bikeve. Ango bihêle ku HDP nerazîbûnê nîşan bide, ji parlamentoyê vekişe û bi wê egerê hewldanên Serokkomarekî ku tu girîngiyê nade meşrûbûnê yên bo danîna Pergala Serokatiyê derkeve holê. Yanî bi hilbijartinên navber, ew herêmên ku HDP parlamenê xwe lê heye, belkî bi dengê kêm kesan, belkî jî bi tenê bi dengê hêzên ewlekariyê parlamenteran bidest bixin û bi vê yekê rê li ber danîna pergala serokatiyê veke. Belkî li gorî xwe hesabê vê yekê dikin. Em ê hemû egeran binirxînin û li gorî rîsk û bendewariya civakê biryarekê bidin.