li Qamişlo roja cilûbergên Kurdî

Tevî ku, qedexekirina li ser cilûbergên Kurdî hatiye rakirin, lê bikaranîna wan di jiyana rojane de gelekî kême, ew yek jî li gorî pisporên civakî li karê xelkê û jiyana wan a rojane vedgere.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9d97e070-63e9-42df-a269-3ec01ae00346/ciluberg-qamislo.ism/manifest

 

K24- Qamişlo

Cilûberg yek ji stûnên kelepûrên miletan e, gelê kurd jî 10ê Adarê weke roja cilûbergên kurdî destnîşan kirye,  Sazî û partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi vê helkeftê çalakiyên cor bicor kirin, qedexe kirna cil û bergên kurdî ji alyê rêjîmê ve sedema serke bû ku, Kurd dûrî lixwekirna wan cilûbergan bibin, lê nifşê nû ji ciwanan tekez dikin ku,pêwîste  kurd vegerin van cilûbergan û di jiyana xwe ya rojan e de, bikarbînin.

Derbarê vê rojê de Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Pêşverû Mîdya Iko ji K24ê wiha got: "Divê Cilûbergên Kurdî ne tenî di ahingan de were liberxwekirin, em dixwazin di jiyana roja ne de jî were bikaranîn ji ber ku, ew jî weke ziman nasnameya gelê Kurd e."

Li berxwekirina cilûbergên kurdî bi tundî ji alyê rêjîmê ve li Rojavayê Kurdistanê di hate qedexe kirin, bi taybet yên mêran, lê jina Kurd ev cil parastin dema di her helkefteke taybet de li xwe dikir, taybet di cejna newrozê de.

Derbarê vê mijarê de Endamê Yekîtiya Ciwan û Xwendevanê Kurd Mihmed ji K24ê wiha axifî:"Gelek kes dibînin ku cilûbergên Kurdî kevin bûne, di sedema nihate nayên xwekirin, lê ev yeke ne raste, em dikarin rojane liberxwebikin, dive ew diyardeya lixwekirina cilûbergên Kurdî careke din li nav nifşên nû vegere."

Tevî ku, qedexekirina li ser cilûbergên Kurdî hatiye rakirin, lê bikaranîna wan di jiyana rojane de gelekî kême, ew yek jî li gorî pisporên civakî li karê xelkê û jiyana wan a rojane vedgere.