Li Îzmîrê 10 HDPyî hatin girtin

Operasyonên siyasî yên dijî Kurdan berdewam in û li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê Hevserokê HDPê yê bajêr Cavît Ugur û endama Meclîsa HDPê Dilek Aykan jî di nav de 10 kes hatin girtin.

K24 – Îzmîr

Operasyonên siyasî yên dijî Kurdan berdewam in û li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê Hevserokê HDPê yê bajêr Cavît Ugur û endama Meclîsa HDPê Dilek Aykan jî di nav de 10 kes hatin girtin.

Di 9ê Adarê de polîsan bi ser 30 navnîşanan de girtibûn û Hevserokê HDPê ya Îzmirê Cavit Ugur, Endama Meclîsa HDPê Dîlek Aykan, Hevberdevka HDKê ya Îzmirê Dîlan Akpolat, Rêvebere HDP Elmaz Çinar, Aylîn Aker jî di nav de 24 kes hatinbûn binçavkirin.

Kesên ku hatin binçavkirin biribûn Rêveberiya Polîsan a Îzmirê. 24 kes piştî lepirsîne, bo dozgeriyê hatin veguhestin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtina 24 kesan sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê ji 24 kesan Aykan û Ugur jî di nav de 10 kes bi hinceta "Endamên rêxistinê ne" û "Propaganda rêxistinê kirine" fermana girtina wan da û 14 kes jî hatin berdan.

Navê kesên hatin girtin wina ne:

Hevserokê HDPa Îzmîre Cavit Ugur, Endama Meclîsa HDPê Dilek Aykan, Rêvebera HDPê Elmas Çınar, Rêvebera HDPê Hacay Yilmaz, endamê YAK-DERê Hasse Bingol Tekin, welatî Hulküye Yılmaz, Seyit Cem Çakmak (SGDF), Casim Saday, Dilan Yetişmiş, Makbule Gul. 10 kesên ku hatin girtin şandin girtîgehên Şakran û Kiriklarê.