Gorran qibûl dike serokê Perlemanê bihê guhertin.

Bo gêngeşekirinê li ser pirsên sîyasîyên Herêma Kurdistanê, Civata Bizava Gorran, Li girê Zergete li Silêmanîyê di kombûnê de ne. Li gore ew zanyarîyên ji alîyê berpirsekê Gorran daye Kurdistan 24: Gorran qibûl dike serokê Perlemanê bihê guhertin lê wan mercek heye.

K24- Silêmanî:

Nûçegihanê me ragehand: Endamekê Civata Nîştîmanîya Bizava Gorran zanîyarî li ser wê yekê bo Kurdistan 24 aşkera kirîye ku bizava Gorran hilwîsteka nû heye li ser guhertina serokê Perlemanê. Gorran amadeye rêkkevtinê li gel alîyên sîyasîyên din bike,  Gorranê qibûle serokê Perlemanê bihê guhertin, lê bi mercekê ew kesê cihê Yûsif Mehemd divegire ji nav Perlemanê be.

Amaje bi wê yekê jî kir ku heya niha endamên Civata Nîştîmanîya Gorranê nerînên cûda hene li ser rêkkevtinê li gel alîyên sîyasî namze li gel partîya Dîmukratîya Kurdistan(PDK)yê, ku hinek weha dibînin ku nabe Gorran li gel PDKyê kom bibe.

Ew jî xuya kir, ku Bizava Gorran li benda encama wê kombûna PDkyê û YNKyê ewa evro li bajarê Hewlêrê dihê encamdan.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9f8ffdd7-ec8c-427d-a4e8-5e697e2c25cb/bzutnaway%20goran%20la%20kobunawa%20da.ism/manifest