Deyvid Şînger: Herêma Kurdistanê hemû mercên dewletê têde hene.
K24- Hewlêr:
Deyvid Şînger, berpirsê pirograma siyaseta Rojhilata Navîn li peymangeha Waşitinê ragehand, Herêma Kurdistanê hemû mercên dewletê têde hene û mafê xelkê Kurdistanêye di rîfrandomekê de biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Deyvid Şînger, di hevpeyvîneka tayebet de bo Kurdistan 24 ragehand: Başûra Kurdistanê wek welatekê serbxweye, hêza serbazî heye û ji Bexdayê bûdce bo nahê, lew kareka gelek asayîye xelkê Kurdistanê rifrandomê bo serxwebûnê encam bidin.
Herweha Deyvîd Şînger got jî: Emerîka giringîyê bi vê mijarê dide çunku Kurd hevpeymanekê bi hêza Emerîkayêye. Hevdem bo Emerîkayê girinege helwîsta Turkîyaya hevpeyman û endamê Natoyê bizane dê çi be. Lê bêguman bo Turkîyayê gelek baştire li wê devera arahayî di navbera Daiş û Îraqê de hevsûyeka aştîxwaz û modêrna wek Kurdistanê hebe.
Herweha Deyvid Şînger dibêje jî: Niha gêngeşeyeka gelek rijt û giring heye di navbera Turkîyayê û Ewrûpayê û Natoyê li ser koçberan û bi endambûna Turkîyaê di Yekêtîya Ewrûpayê de û yek ji mercên Ewrûpayê jî vebûna Turkîyayê û dana maf û azadîyane. Lew bawer nakim Turkîya evê delîveya zêrîn ji dest xe bide.